STENBOL / EDENE - Hêzên Ked û Demokrasiyê, ji hemû parlamenterên li Meclîsê ne re ji bo laîklîk, demokrasî û destkeftiyên dewleta civakî bên parstin ji bo dengê “Na” bikarbînin name şandin.
Platforma ji bo Ked û Demokrasiyê Hêza Yekîtiyê, derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn û tora 2’yemîn de ji bo name ji parlamenteran re bişînin li ber deriyê Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Beriya nameyan bişînin li ser navê platformê Nûnerê DÎSK’êyê herêma Stenbolê Adîl Çîftçî, axivî.
Çîftçî diyar kir ku pergala ku dixwazin bînin dê demokrasiyê ji holê rake û wiha got: “Em bang li parlamenterên ku ji guhertinan re dibêjin ‘erê’ dikin. Em dibêjin li gorî welatiyên vî welatî û rêzdariya cihê ku hûn lê ne bilevin kabîneyan û dengê xwe bikar bînin. Ger wiha ne be dê di hilbijartinên giştî û referanduman de, bêjin ‘mafê karanîna deng a vekirî heye’ dê deriyê ku dibêje kesên dikevin kabîneyan di bin zextan de ne vebe û hûnê wekî parlamenterên ku mafê dengdayînê ji holê rakirine bikevin dîrokê.”
'80 MILYON KES WINDA DIKE’
Çîftçî, anî ziman ku guhertinên qanûna bingehîn ku bi xwere bêîstîkrarsizî û pirsgirêkên aborî tîne dê kûrtir bike û wiha got: “Hêjmara bêkaran her ku diçe zêdetir dibe, cînayetên kar nayên rawestandin, hemû kedkar di sînorê birçînûnê de ne û bilindbûna dovîzê jiyanê tîne halê mirov nikare bijî. TBMM her roja ku ji bo van pirsgirêkan kom nabe, dibe ku armanca kesekê pek tê lê 80 milyon kes winda dikin.”
Piştî daxuyaniyê hevparên platformê ji PTT a ligel Lîseya Galatasarayê ye ji parlamenterên li TBMM’ê ne re name şandin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê ji bo parlamenterên li Meclîsê dengê “Na” bikarbînin li Postexaneya Cemalpaşayê ji wan re name şandin. Beriya name bên şandin Serokê Egîtîm Sena Edeneyê Ahmet Karagoz, bang li parlamenteran kir ku ji bo a zanîn ku laîklîk, demokrasî û destkeftiyên dewleta civakî bên parstin dengê “Na” bikar bînin.
Piştî daxuyaniyê komê mane ji parlamenteran re şandin.