ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî diyar kir ku îktîdar ji bo guhertinên qanûna bingehîn derbas bikin OHAL’ê bi bandor bi kartînin û ji bo parlamenterên AKP û MHP’ê dengê “erê” bikar bînin rehîn hatine girtin.
Lijneya Giştî Meclîsê, ji bo tura 2’yemîn a guhertinên qanûna bingehîn kom bûn. 18 madeyên di pêşnûmeyê de pêşniyarên li ser madeyan tên girtin. Di lijneyê de parlamenterê CHP’ê Akîf Hamza Çelebî ji derveyî mijarê mafê axaftinê girt, gotinên parlamenterên AKP û MHP’ê yên “em diçin cem gel” rexne kirin û wiha got: “Em serokomar dihilbijêrin hemû tiştên din serokomar dihilbinêre.”
HDP: SEROKOMAR ME WEKÎ HEDEF NÎŞAN DIDE
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, da zanîn ku serokomar duh partiya wan hedef nîşan daye û wiha got: “Got ku em bi hêzên ku em tucaran têkiliyê bi wan re nadaynin di nava têkiliyan dene. Li Hatayê li dijî 50 rêveberên me operasyon pêk anî. Serokomar di referandumek nû de partiya me hedef nîşan dide û dixwaze hewayek nû biafirîne. Wekî 1’ê Mijdarê.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî balkişand ser bikaranîna dengê veşartî û wiha pêde çû: “di pergalek wiha ku hemû kes jê bawer dikin de em dixwazin hemû kes bibin xwediyê wê baweriyê ku dengan veşartî bidin.
'ÎKTÎDAR OHALÊ JI BO GUHERTINA QANÛNA ESASÎ BIKAR TÎNE'
Pêşniyarnameya HDP'ê ya îhlala mafên mirovan ku da meclîsê hat niqaşkirin. Di niqaşên hevdîtinê de Parlamenterê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan yên niha ji yên 12'ê Îlonê zêdetir bûne û wiha got: "Der barê înfazên bêdaraz û îşkenceyê de îdîayên mezin hene. Gelo kesên ji vê dabloyê serbilind hene? Partiya Îktîdarê OHAL'ê bêtir ji bo guhertina qanûna bingehîn wekî maşik û pir bikar tîne. Tu neta îkdîdarê ku niha OHAL'ê rake tune. Di pergala ku niha tê pêşniyarkirin de cudahiya hêzan nayê pejirandin. Ger ku Serokomar ji sedî 51 deng bistîne, dê hemû hêz têxe destê xwe. Ev wisa nabe. Ev pergala Yekperestiyê ye. Li dijî Yekperestiyê piranî heye. Navê vê vê yekê jî azadîparêzî ye. Gelo ew ji gotinên xwe bawer dike? "