Wekîlê Alman: Tirkiye partnerê NATO yê bi pirsgirêk e

STENBOL - Parlamenterê Partiya Yeşiller ê Alman Jurgen Trittin ku ji bo civîna NATOPA hat Tirkiye, diyar kir ku Tirkiye partnerê NATO yê bi pirsgirêk e.

Parlamenterê Partiya Yeşiller ê Alman û Wezîrê Derdorê Jurgen Trittin ku ji bo civîna Asembeya Parlamenterên NATO (NATOPA) hat Tirkiye li gel Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir li Otela Perisson Blue ya Şîşliyê beşdarî civînê bûn. Trittin û Pir, der barê geşedanên siyasî yên li Tirkiye de rexneyên xwe anîn ziman. Trittin, di civînê de diyar kir ku Endamê NATO' Tirkiye nixên demokrasiyê yên NATO tune dike û wiha got: "Li Tirkiye parlamenter û rojnameger ji ber fikrên xwe tên binçavkirin û girtin. Rojnameger û parlamenter ji ber xwedî fikr û nerînên cuda ne tên girtin. Pêwiste di vê civînê de hemû endamên NATOPA Tirkiye rexne bikin. Divê hemû endamên NATO li dijî bêhiqûqiya tirkiye helwesta xwe diyar bikin. Tirkiye endamê NATO yê bipirsgirêk e."

Trittin, leşkerên endamekî NATO ji bo îltîça û penaberiyê serî li welatekî din ê NATO bide, ev pirsgirêkek gelek mezin e. Ji ber vê yekê Tirkiye di nava endamên NATO de partnerek bi pirsgirêk e. Trittin, herî dawî destnîşan kir ku hikûmet ji bo parastina xwe hemû mafê heqîqû û zagonî yên welatiyan binpê dike û tune dike. Trittin, têkildarî niqaşên der barê Încîrlîkê de jî wiha got: "Tirkiye mafê ziyareta parlamentoya Alman a Încirlikê binpê kir. Divê Tirkiye sewqîyata leşkerî rawestîne. Di navbera salên "98-2005'an de me sewqîyata Tangên Leopar a Tirkiye rawestand. Ji xeynî tangek Leopar firotina hemû tangan hat rawestandin. Em tanka ku me şand jî wekî model me şandibû. Ger ku welatek li dijî welatiyên xwe çekan bikar tîne divê welatên din çekan nede wî welatî. Divê hemû sewqîyatên çekan ên Tirkiye ji kok ve bên rawestandin. Ev ji bo NATO jî derbas dibe.

Parlamenterê HDP'ê Pir û Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û berpirsiyarê têkiliyên derve Hişyar Ozsoy jî dê 3 rojan li welatên cuda ziyaretan pêk bînin.