Serokwezîr pêşniyarname parast: 3 hezar mexdûr hene

STENBOL - Serokwezîr Bînalî Yildirim got: “3 hezar mexûr hene” û xwedî li pêşniyarnameya îstîsmara zayendî derket.

Serokwezîr Bînalî Yildirim tevlî vekirina Nexweşxaneya Okan a li Stenbolê bû. Yildirim, xwedî li pêşniyanameya ku dema zarokên rastî îstîsmarê hatin bi tecawîzkarên wan re bên zewicandin dê cezayê wan ji holê rabe derket. Yildirim wiha got: “Ji nedîtî ve hatine birîna gel a ku xwîn jê tê kêrî me nayê. Li vir siyaseta erzan kirin bûye kevneşopiyek a Tirkiyeyê. Di kampanyayên hilbijartinê de 3 hezar mexdûr derketin pêşberî me. Ji parlamenterên CHP’ê yên Îzmîrê bipirsêm lê ji we re nabêjin. Ne îstîsmara zayendiye ya ew dikin îstîsmara siyasî ye.”

Yildirim, derbarê nîqaşê serokdewletiyê jî wiha got: “Me dest ji navê pergala serokatiyê berdaye. Me dest ji parlaga serokatiyê berda em bêjin serokê komarê. Ger ku we nerihet dike. Çi aliyê ku mirov ji serokatiya komarê bitirse heye.”