Ji wekîlên girtî re karta 'Na" şandin

ÎZMÎR - Hêza Demokrasiyê û Kedê ya Îzmirê di pêvajoya ku tûra duyemîn a guhertina xalên Qanûna Binehin tên niqaşkirin de, ji wekilên HDP'ê yên girtî re
karta "Na" li ser hatiye nivîsandin şandin.

Hêza Demokrasî û kedê ya Îzmirê di pêvajoya ku tûra duyemîn a guhertinên xalên Qanûna Bingehin li meclîsê tê niqaşkirin, ji wekilên HDP'ê yên girtî re kartên li ser "Na" hatiye nivîsandin şand. Gelek endam û rêveberên baziyên sivîl ên civakî li ber Pastaxaneya Navendî ya Qada Cumhuriyetê kom bûn, pankarta "Birêz Wekîl guh bidin dengê me: Na" nivîsandin vekirin. Saziyan li vir daxuyanî da û piştre kart şandin. Nûnerê Herêma Ege yê Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Memiş Sari, diyar kir ku vîna mîlî ji dest hatiye girtin û wiha got: "Kesên ku behsa vîna mîllî dikin bi guhertina qanûnê li meclîsê dixwazin qadên jiyanê û qadên parastinê ji wan bigirin û mafê rêxistinê bi hewldana darbeyê ji destê wan bigirin. Sari, anî ziman ku ji wekîlên girtî re nameya ku daxwazên xwe tînin ziman û kartên "Na" têde heye dişînin û dibêjin guh bidin dengê me. Sari, anî ziman ku ew Tirkiyeyek serbixwe û demokratîk dixwazin.

Piştî daxuyaniyê karta ku "Na" li ser hatiye nivîsandin ji wekîlên girtî re şandin.