AMED - Kongreya Civaka Demokratîk li dijî guhertinan qanûna bingehîn a ji bo tura duyemîn li Lijneya Giştî ya Meclîsê ye banga “Na” kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn ên li TBMM’ê ne de daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê diyar kir ku gelê Tirkiye û Kurdistanê di demek zehmet û krîtîk re derbas dibin û ev tişt gotin: “Li dijî gelê Kurdistanê yê li hemû parçeyan şerekî topyekûm hatiye destpêkirin. Li dijî saziyên ku siyseta demokratîk dimeşînin li herêm û Tirkiyeyê binçavkirin û girtin dan destpêkirin û bi KHK’yan gelek sazî hatin girtin. Tirkiye radestî zilamekê ku bi dîktatoriyê welat birêve dibe hatiye kirin. Ji bo dîktatoriya ku fîlî hatiye avakirin dixwazin bi qanûna bingehîn ji wê re qilifekê çêbikin û faşîzmê sazuman bikin. Ji bo vê hemû riyên şantaj û gefan xistine dewrê, vîna parlamenteran wekî îpotek bikar tîne, dê gelên li Tirkiyeyê bixe nav kaosek ku kesek nikare jê derbikeve û dixwazin pêşnûmeya qanûna bingehîn a ku pêşeroja hezaran a gelen, hêvî û jiyana wan reş bike di meclîsê re derbas bikin.”
‘PÊWÎSTÎ BI QANÛNEK BINGEHÎN A DEMOKRATÎK HEYE’
KCD’ê destnîşan kir ku ger ev qanûna bingehîn vîna hemû kesî di nava xwe de negire, tu rewabûna wê ji aliYê siysî, hiqûqî û exlatî tuneye û ev tişt diyarkirin: “Pêwîstiya gelê me bi qanûna bingehîn a demokratîk heye. Gelê me xerîbiya qanûna bingehîn a ku hemû mafên wan diparêzin û dikarin xwe bi azad îfade bikin dikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, pirsgirêkên demokratîkbûyîn û hemû pirsgirêkên din bi qanûnek bingehîn a wiha pêkane.”
‘EM BANGA BÊJIN NA DIKIN’
KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ve tişt ragihandin: “Ji ber vê yekê li dijî pêkanînên ku hebûn, biratî, yekîtî û aştiya gelan sabote dike, dibe bela serê gelê me, têkoşînê bimeşîninin û li dijî bisekinin peywira hemû her kesî ye. Ger em vê lîstîka ku dixwazin pêşeroja Tirkiyeyê tarî bikin vale ne derxînin, em ê nikarin li pêşiya îpotekirina pêşeroja zarokên xwe bibin asteng. Niha dema li dijî dîkatatoriya faşîst derketinê ye. Li dijî ev pêşnûmeya qanûna bingehîn a ku bi hîle, zext, şantaj û gefan dixwazin ji meclîsê derbas bikin û bînin referandumê, em bang li hemû gelê me, partiyên siyasî, parlamenter, rêxistinên civaka sivîl; li dijî pakêta qanûna bingehîn ku dê zirarê bide demokratî, biratî, yekîtî û aştiya me derbikevin û ji vê pêvajoyê re bêjin NA.”