ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku di warê yekîtiya navbera kurdan de geşedanên erênî pêk tên û wiha axivî: "Heke yekîtî tunebûna, dê li dijî êrîşên DAIŞ'ê Hewlêr nehatana parastin." Yuksek diyar kir ku, kurd li Rojavayê gav bi gav statuyê bi dest dixin û got, li Astanayê hebûna kurdan dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê jî baş be.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê, bi qasî siyaseta navxweyî mijarên herêmî yên kurdan û Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dikin jî nirxand. Yuksek, got di warê yekîtiya netewyî ya kurdan de pêşveçûyîn çêdibin û anî ziman ku, li gel hin pirsgirêkan jî geşedan xwe didin der.
Der barê geşedanên herêmî, hevdîtinên Astanayê, mijara Rojavayê de nêrînên Yuksek wiha ne:
DÊ DI SALA PÊŞ ME DE LI SÛRIYEYÊ GEŞEDANÊN GIRÎNG XWE BIDIN DER
“Ez wisa lê dinihêrim, dê di sala li pêş me de li Sûriyeyê bi awayekî zêde teşegirtina pergalekê pêk bê. Di mijara Sûriyeyê de mudaxileyên derve, komên ku Tirkiye, Katar Erebîstan piştevaniya wan dikin û bi taybetî jî geşedanên li Helebê xwe didin der, hat merheleyeke nû. Û li ser vê niha jî pêvajoya Astanayê heye. Dê di vê mijarê de pozîsyona hêzên navnetewî zaf diyarker be. Rûsya ji hêlekê dixwaze di bereka xwe de pêvajoyekê bi rê ve bibe û ji hêlekê ve jî, dixwaze Tirkiyeyê bîne gel xwe û wisa pêş ve biçe. Di vê mijarê de DYA jî, tevî hêzên koalîsyona rojavayî giraniyekê dide der. Di valahiya ku ji ber hilbijartinên DYA'yê de Rûsya bi lez û bez tevgeriya. Tirkiye jî vê mesafeya Rûsyayê dît û bi wê re tevgeriya. Lê helbet çavê hemûyan li DYA'yê ye. Helbet dema wext bê, dê DYA teqlekê li xwe bixe.
REWŞA KURDAN GIRÎNG E
Li vir rewşa kurdan zaf girîng e. Tirkiye ji ber rewşa kurdên Sûriyeyê û statuya ku bi dest xistin daxilî vê pêvajoyê bû. Ji bo vê asteng bike û ji holê rabike, polîtîkayek der barê Sûriyeyê de çêkir. Her wiha polîtîkayeke ku Esad bixîne û li Sûriyeyê komên muxalif bibin îktîdar şopand. Lê dema mirov niha lê dinihêre, wê hedefa xwe ya yekemîn (hedefa xistina Esad) jî winda kir. Niha ji bo hedefa xwe ya duyemîn yanî astengkirina statuya kurdan dixebite. Lê belê, ji hêzên diyarker Rûsya xwedî nêzîkatiyek wisa ye ku, divê kurd li wir teqez li ser xaka xwe mafên xwe bi rê ve bibin. Li aliyê din, koalîsyona rojavayî jî bi awayekî aktîf li gel kurdan tevdigere. Îran jî naxwaze kurd bibin xwedî statu. Her du welat jî difikirin ku, heke kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statu dê dor wer welatê wan jî.
DIXWAZIN PIRSGIRÊKA XWE YA KURD LI ROJAVAYÊ BLOKE BIKIN
Wê dizanin. Ji ber vê, ev welat dixwazin pirsgirêka kurd a li welatên xwe li derve bloke bikin. Dixwazin li ser zemîna Sûriyeyê bifetisînin. Wisa difikirin ku, heke ew li ser zemîna Sûriyeyê bifetisînin û heke statuya li Rojavayê asteng bikin, dê kurdên li welatê xwe bi rihetî kontrol bikin. Ji ber van sedaman, li wir şer dikin. Îran jî bi heman awayî ye. A rast rejîma Esad jî li gor vê tevdigere. Hîn jî di warê statuya kurdan de dudilî ye.
REALÎTE CUDA YE
Lê belê wekî din jî realîteyek heye. Di vê sedsalê de kurd zaf birêxistin in. Li Sûriyeyê zaf bi pêş ve çûne. Tifaqî û yekîtiyên girîng pêk anîn, DAIŞ'ê bi paş ve xistin û herêma xwe veguherandin herêmeke ewlehî. Cîhan jî vê rastiyê dibîne. Lê niha li gel van hemû hewldanên astengiyê jî, geşedaneke ku ji rotaya xwe nakeve heye. Ew jî rastiya ku kurd gav bi gav ber bi statuyekê ve diçin. Vebijêrka herî rast jî ew e ku di nav yekpareyiya Sûriyeyê de bi Federasyona Sûriyeya Bakur daxilbûna wan a hikûmeta navendî ye.
VEXWANDINA KURDAN A ASTANAYÊ
DYA û Rûsya, bi awayekî dixwazin kurdan û rejîma Esad têxin nava nîqaşan. Heke mumkun be, ji bo daxilî pêvajoya Astanayê bibe a rast wisa dixuyê ku zemînek tê çêkirin. Gelo nîqaşên ku kurd ne daxilî wê bin, ma pêşeroja Sûriyeyê pêkan e? Hêzeke rêxistinbûyî ya kurdan heye, bi dehan partiyên siyasî hatine gel hev. Sîwaneke bi navê Federasyona Sûriyeya Demokratîk çêkirine. tevgerên Tirkiye, Îran û rejîma Esad zehmetî xwe didin der. Lê belê, heke vê pêk neyînin û kurd ne li Astanayê bin dê tu encamî negirin. Ev ne pêkan e. Her wiha li wir kurd dikarin têkevin pozîsyona lihevkirinê.
YEKÎTIYA DI NAVBERA KURDAN Û LIHEVKIRINA NETEWÎ
Di vê mijarê de, dikarim bibêjim ku nîqaşên berê li ser zemînekî berbiçavtir tên kirin. Bi sala ye yekîtiya di navbera kurdan di rojevê de ye. Ev, di demên berê ku destkeftiyên berbiçav tune bûn de li ser zemînekî razber dihat meşandin. Lê niha hîn bêtir li ser zemînekî berbiçav tê meşandin. Bi rastî jî kurdan dît ku heke bi hevdu re tevbigerin dê çi destkeftyên mezin bi dest bixin. Heke nebe jî, dibînin ku dê çi bên windakirin. Êdî beramberiyeke şênber a vê lêgerînê heye. Bi rastî jî heke niha yekîtî pêk bê, dê destkeftiyên mezin xwe bidin der. Kurdan di sedsalên berê de gelek destkeftiyên ku bi dest nexistin, di serê vê sedsalê de xwedî şensekî bidestxistinê ne û derfetên wan jî hene. Mîna, herêma Rojavayê. Li herêma Rojavayê ma dê çima kurd bi hevdur re tengerin. Divê li wir kurd bi hemû cudahiyên xwe bên temsîlkirin. Lê niha hûn lê dinihêrin, Rêveberiya Kurdistana Iraqê di vê mijarê de nexwedî rolekî zaf pozîtîf e. Niha dê fêdeya vê li kê be. Li herêma Rojavayê kurd statuyê bi dest bixin, dê xesara kê bibe ma. Ma dê ev ji bo hemû kurdan neyê wateya destkeftiniyê. Ev di heman demê de ji bo Herêma Kurdistana Iraqê jî derbasdar e, fêdeya destkeftiyên li wir ji bo hemû kurdan e. Divê destkeftiyên li wir jî bên parastin.
HEKE YEKÎTÎ TUNEBÛNA DÊ HEWLÊR NEHATAN PARSTIN
Geşedanên du sal berê di bîra me hemûyan de ye. Yanî em bi bîr bixin, bê terora DAIŞ'ê çawa Herêma Kurdistanê, Şengalê tehdît kir. Yanî di demên wisa de dema hemû partiyên kurdan bi hevdu re tevgeriyan, me dît ku destkeftî tên parastin. Heke ev yekîtî nebûna Hewlêr û bajarên din ên kurdan dê nehatanan parastin. Yanî îro li herêmê dewletên serdest kurdan bera hev didin. Em li dîroka kurdan binihêrin, mînakên bi vî rengî pir in.
HEVDÎTINA BI RÊVEBERIYA BARZANÎ RE
Herî dawî, meha çûyî hevdîtinek me çêbû. Em bi munasebta konferansekê çûn wê derê û me bi gelek partiyên kurd re hevdîtin çêkirin. PDK di serî de. Helbet li wir jî hemû hewldanên me ji bo pêkanîna yekîtiya fikrî bû. Pêşvexistina têkiliyên di navbera kurdan, partiyên siyasî. Yanî heta ji dest bê kêmkirina nakokiyan. Xebatên bi vî rengî hene. Yanî di vê mijarê de dikarim bibêjim ku, li gor berê pêşketinên erênî zêde ne. Lê pirsgirêkên ku hîn jî didomin hene. Ji bo baştir bibe her kes bi neyteke baş tevdigere."