Buldan: Ev dîmen tu caran li jineke nayê

ENQERE - Wekîla Serokê Meclîsê ya HDP'î Pervîn Buldan a bi pehîna li singê wê ket rakirin nexweşxaneyê wiha got: "Parlamentera Antalyayê Gokçen Enç bi awayekî bê şiûr şîdet bi kar anî û pehn avêt kesên ku derket pêşiya wê, por kişand, ev dîmen tu caran li parlamentereke jin nayê."

Bûyerên ku duh li Meclîsê dema nîqaşên guhertina pêşnûmeya qanûna bingehîn hê jî olan dide. Parlamentera HDP'ê û Wekîla Serokê Meclîsê Pervîn Buldan a ku dema rageşiya parlamentera serbixwe Aylîn Nazliaka xwe li kursiyê kelepçe kir dest pê kir bi pehîna li singa wê ket rakirin nexweşxaneyê ji dîhaberê re têkîldarî bûyerê axivî.

Buldan anî ziman ku van dîmenên ku qewimiye ji bo jinan tiştekî xemgînî ye.

'BERIYA ÇALAKIYÊ EZ AXIVÎM'

Buldan anî ziman ku weke parlamenterên jin li cem Aylîn Nazliakayê bûn û wiha berdewam kir: "Beriya çalakiya mîkrofonê ez li Nazliakayê re axivîm. Min xwest hîn bibim ku ev çalakî dê çiqas bidome. Wê jî got dê demeke dirêj bimîne. Li ser vê me jî gote li hemberî şîdet an jî astengiyê em ê li cem wê bin."

'EZ JI JINAN LÊBORÎNÊ DIXWAZIM

Buldan destnîşan kir ku piştî ku çalakiya kelepçeyê dest pê kir parlamenterên AK Partiyê zor bi kar anîn û hewl dan bi ser Nazliaka de biçin ji ber vê yekê we jî weke parlamenterên jin ji bo pevçûnê bidin rawestandin çûne cem Nazliakayê.

Buldan wiha axivî: "Di vî navberê de bi awayeke bêşiûr şîdet bikaranîn, pehîn avêtina hemû kesan, por kişandina parlamentera Antalyayê Gokçen Enç bû sedama dîmenên ku tu caran li parlamentereke jin nayê biqewime."

Buldan da zanînû ku di vî navberê de xwestiye pevçûnê rawestine û wiha pêde çû: "Ji ber ku min dît Gokçen Xanim porê jineke parlamenter dikişîne. Min gote bi vî rengî nekin hevalno. Di vî navberê de Gokçen Xanim derket li ser pêlekanê û pehn avêt min. Mİn darbe ji singê xwe xwar, tansiyona min bilind bû. Min rakirin nexweşxaneyê. Milê min ditevize. Li ser îhtîmala pirsgirêka mejî an jî dil MR hate kişandin. Îro ez ê encamê bigirim. Hemû roja min li nexweşxaneyê derbas bû. Şafak Pavey jî xwest pevçûnê rawestîne. Ji ber ku şîdet ji aliyê jinan ve hatiye bikaranin vê yekê min xemgîn kiriye. Ji ber van dîmenen ez bi taybetî ji jinan lêborînê dixwazim."

'ÊDÎ EWLEHIYA CANÊ TU KESAN NÎNE'

Buldan diyar kir ku ev tiştên ku qewimiye nîşaneda ferasate ku sîstema serokdewletiyê bi zorê bidin derbaskirin eû wiha gok: "Ne li Meclîsê ne jî li derve êdî ewlehiya canê tu kesan tuneye. Ger ku em li Meclîsê evqas rehet rastî şîdetê tên dê li derve jî şîdet û zilmê pêk bînin."

'DIVÊ HEMÛ KES JI BO KAMPANYAYA NA BIHISTIYAR BIN'

Buldan destnîşan kir ku divê hemû kes ji bo kampanyaya "Na" bihistiyar bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bêyî ku bên lîstika şîdet û zorê ya AKP'iyan divê ev lîstik bê xirakirin. Divê hemû kes ji bo kampanyaya 'Na' bihistiyar nêzik bibin."