Şafak Pavey: Ev ne wekîl, haydût e

ENQERE - Parlamentera CHP'ê Şafak Pavey ku rastî êrîşa Parlamentera AK Partiyê Gokçen Ozdogan Enç hat û rakirin nexweşaneyê, diyar kir ku parlamentera AK'ê bi nifrînek mezin êrîşî kesên li dijî fikra xwe kir û tundiya fîzîkî bikar anî. Pavey, anî ziman ku di ferhenga navneteweyî de ji vêya re nabêjin parlamenter dibêjin haydût.

Şevê din di 2'emin tûra niqaşa pêşniyara guhertina qalên Qanûna Bingehîn de piştî rageşî derket, parlamentera AK Partiyê Gokçen Ozdogan Enç êrîşî parlamentera CHP'ê Şafak Pavey kir. Pavey ji ber êrîşê rakirin nexweşxaneyê. Pavey, der barê êrîşa li dijî xwe de axivî. Pavey, anî ziman ku Parlamentera Serbixwe Aylîn Nazliaka nekarîbû mafê axaftinê bigire xwe bi kursiya meclîsê ve kemepçe kir. Pavey, anî ziman ku ji bo Nazliaka îkna bikin çûn bi wêre axivîn û wiha got: "Di vê navberê de parlamenterên AKP'ê yên jin derdora me pêçan. Piştre êrîşa ku qet li meclîsê nayê li dijî me pêk hat. Di dîmenan de jî paş tê xuyakirin ku tundiyek pir bi kîn heye. Min heta niha qet li dijî tu zindiyan tundi pêk neanîye û nînim. Ji bo parastinê jî nikarin lê bidim. Cudahiya di navbera me de ew qas hêsan e. Mirov nikare vê tundiyê bîne ziman. Di vê êrîşê de tundiya nifrînê ya li dijî kesên li dijî fikra wan pêk anîn. Kesên bi vî rengî tundiya fîzîkî pêk tînin di ferhenga navneteweyî de ji wan re ne parlamenter, haydût tê gotin. AKP'ê ev êrîşa bi plan û bi armanc wekî şerê di navbera jinan de pêşkêşî ekranên televîzyon û cemaweriyê kirin. Ev nîşan dide ku AKP hatiye kijan astê. Min di vê êrîşê de birîn sivik derbas kir. Lê ez ji rewşa Brêz Buldan bi fikar im. Ji bo ku ez parastim ez ji Birêz Selin Dogan, Sn. Burçu Çelîk, Sn. Meral Daniş Beştaşre spasiyên xwe dikim.

Ez spasiyên xwe ji hemû kesên piştgirî dan min re spas dikim.