COLEMÊRG - Gelê Geverê yê 3 parlementerên wan ên HDP'î, hevşaredar, Alîgirê Serokê Şaredariyê, 6 endamê meclîsê û bi dehan siyasetmedarên wan hatine girtin û qeyûm tayînî şaredariya wan hatiye kirin, heke referandûm pêk bê dê zêdeyî ji sedî 93'ê bibêje "Na".
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dê gel ê ku parlementerên wan ên HDP'î Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Aydogan, Hevşaredar Adile Kuzey, Alîgirê Serokê Şaredariyê İdris Koş, 6 endamên meclîsê û bi dehan siyasetmedarên wan girtî û qeyûm tayînî şaredariya wan hatiye kirin, heke referandûm pêk bê dê bibêje "Na".
‘DÊ JI SEDÎ 93 BIBÊJE NA'
Hevserokê HDP'a Navçeyê Fikret Turgut dest nîşan kir ku, tu rêz û hurmet li ber vîna gelê navçeya ku gelheya wê 120 hezar e nehatiye nîşandan û dengên ku HDP û DBP'ê li navçeyên wergirtine bi bîr xist û wiha got: "Tu sazî û komle jî nehiştin. Hemû saziyên bi dengê hilbijartiyan hatin avakirin girtin. Niha jî tê payîn ku biçin referandûmê. Heke referandûm pêk bê, dê gelê Geverê ji sedî 93'ê bibêje 'Na'. Ji niha ve tewrê gelê Geverê diyar e."
'VÎNA 500 HEZAR KESÎ GIRTÎ YE'
Turgut anî ziman ku, tu rêz li hemberî vîna gel nehatiye girtin û wiha axivî: "Tenê li Geverê nêzî 20 hevalên me girtî ne. Li navenda Colemêrgê, navçeyên Şemzînan û Çelê bi deham hilbijartî girtî ne. Qeyûm tayînî van deran hatiye kirin. Li bajarekî 500 hezar gelheya wê heye, hema bêje qet hilbijartî nemane. Di pêvajoyeke wisa de tê payîn ku hilbijartin pêk bê. Lê em dixwazin dubare bibêjin dê di wê referandûmê de tewra me 'Na' be. Referandûmeke ku Colemêrgê neyê temsîlkirin nayê qebûlkirin."
‘EM JI KESÊN VÎNA ME NASNAKIN RE BIBÊJIN NA'
Turgut bang li gelê Colemêrgê kir û wiha got: "Hilbijartiyên me bi îmzeyeke kesên tayînkirî ji peywirê hatin wergirtin û paşê hatin girtin. Tenê gel dikare hilbijartiyan ji peywirê bigire. Ya hatiye kirin li dijî vînê bêhurmetî ye. Em ji kesên vîna me nasnakin re bibêjin 'Na'."