‘Heke em bibin yek em ê di dîzayna li Rojhilata Navîn roleke sereke bilîzin'

ÊLIH - Serokê PAK'a Êlihê Aziz Ozdemir balê kişand ser yektiya netewî ya kurdan û wiha got: "Çawa ku PDK û YNK bûn yek û li Başûr pergala federatîfiyê ava kirin, heke li çarperçeyên Kurdistanê hemû kurd bibin yek, dê li Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bi dest bixin."

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) a Êlihê Aziz Ozdemir balê kişand ser yekîtiya netewî ya kurd û bi bîr xist ku, kurd bi Peymana Qesrî Şîrîn dabeşî du perçeyan û bi Peymana Sykes-Pîcotê ya di 1916'an de hat îmzekirin re jî dabeşî 4 perçeyan bûne. Ozdemir wiha got: "Ji ber 100 salên Peymana Sykes-Pîcotê temam bûn, êdî tu hukmên wê nemane. Ji ber vê îro dîsa erdnîgariya Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên serdest ve tê dîzaynkirin. Di vê dîzaynkirina nû de, heke kurd bibin yek û zanibin çi dixwazin wê mafên xwe yên 100 sal berê werbigirin û dê di dîzaynê de rola sereke bilîzin."

‘JI BO DESTKEFTIYAN YEKÎTÎ ŞERT E'

Ozdemir got, divê di rojeva kurdan de kombûna Kongreya Netewî ya Kurd hebe û wiha axivî: "Ji ber vê, divê hemû partiyên Kurdistanî li ser asasekî hevpar werin gel hev û kongreyê kom bikin. Divê hemû partî, di kongreyê de li ser asasê şertên hevpar bên gel hev. Divê di kongreyê de mafên kurdan ên bingehîn esas bên girtin. Ji bo kurd destekftiyan bi dest bixin, êdî yekîtiya wan bûye şertekî mecbûrî."

‘HEKE YEKÎTÎ ÇÊBIBE DÊ DESTKEFTIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN JÎ ZÊDE BIN'

Ozdemir ê got, “Çawa ku dijminên me li cihekî, li dijî destkeftiyên me dibin yek û êrîşî kurdan dikin, divê em jî li dijî van êrîşan yekîtiya xwe çêbikin û kongreyê kom bikin" wiha domand: "Çawa ku PDK û YNK bûn yek û li Başûr pergala federatîfiyê ava kirin, heke li çarperçeyên Kurdistanê hemû kurd bibin yek, dê li Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bi dest bixin.Îro dîzayna Rojhilata Navîn di dest kurdan de ye. Heke em bibin yek em ê destkeftiyên xweşik bi dest bixin. Heke yekîtî çênebe, dê ew xwîna me rijandiya badilhewa biçe."

‘DIVÊ PÎVANA KONGREYÊ NIRXÊN KURDISTANÎ BIN'

Ozdemir dest nîşan kir ku, divê Kongreya Netewî divê wek ên her miletî li ser mafên bingehîn ên kurdan kom bibe û ev pêşniyar kir: "Divê bi awayekî ku kes ferzkirinê lê neke û pîvana wê nirxên Kurdistanî bin bê komkirin."

‘DIVÊ HEMÛ PARTIYÊN KURD WERIN GEL HEV'

Ozdemir, bang kir ku divê hemû partiyên Kurdistanî di çarçoveya mafên netewî de ji bo kombûna Kongreya Netewî werin gel hev û got, ew wek PAK'ê ji bo berhevkirina kongreyê amade ne û çi piştevanî hewce be ew dê bikin.