ENQERE - Piştî dengdana qanûna bingehîn li Meclîsê bi dawî Lijneya Giştî ya CHP’ê kom bû û Kiliçdaroglu di kombûnê de axivî û wiha got: “Parlamentoyê îxanet li dîroka xwekir; dê gelê me vê jiyanê sererast bike.”
Piştî tura duyemîn a guhertina qanûna bingehîn li Meclîsê bi dawî bû, Koma CHP’ê di bin banê serokatiya Kemal Kiliçdaroglu de kom bû. Kiliçdaroglu, diyar kir ku Tirkiye nikare vê guhertina rejîmê rake û wiha got: “Emê bi parlamenteran re kolan kolan bigerin û şatiyên qanûna bingehîn vebêjin. Ev şaştiya ku TBMM'ê hat kirin dê gelê me sererast bike. Parlamentoyê îxanet li dîroka xwe kiriye.”
Kiliçdaroglu, bi lêv kir ku ew wekî CHP’ê bêyî ku cudahiyekê bixin nav dixwazin hemû gel di nava demokrasî û azadiyê de bijîn. Derbarê rewşa niha de fikarên me hene. Hinek parlamenter bêyî ku pêşnûmeyê bibînin îmze kirin. Ez bang li gelê xwe dikim, xwedîderketina li demokrasî û welatê xwe peywira me hemûyane. Wekî hev li vî welatî jiyîn peywira me hemûyane. Em ê ji bo welatê xwe û demokrasiyê bi hev re têbikoşin. Qanûn û rêvebirî radestî zilamekê hatiye kirin. Em li dijî vê guhertina rejîmê ne. Pêşeroja ku hemû raye radestî zilamekê hatine kirin felakete. Tirkiye nikare vê guhertina rejîmê rake. Hûn deng bidin kîjan partiya siyasî ne girînge ez bang li hemû welatiyên me dikim, em serokomarekê bê alî dixwazin. Em dixwazin li welatê xwe di nava hizurê de bijîn û ji şer dur bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em mecbûrin vê ji gelê xwe re bêjin û ji wan bixwazin ku bêjin ‘NA’. Ev ne pirsgirêka CHP’ê tenê ye ya me hemûyane. Divê em hemû bi hevre xwedî li welat, komar û demokrasiya xwe derkevin. Gelê me dê lîstîka li parlamentoyê hat lîstîn xira bike.”