Koma Meclîsê ya HDP'ê ji bo referandumê civîya

ENQERE - Koma Meclîsê û Lijneya Navendî ya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mijara 'referandum' kom bûn.

Koma Meclîsê û Lijneya Navendî ya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî 18 xalên Qanûna Bingehîn ji bo bên guhertin li meclîsê ji aliyê AK Partî û MHP'ê ve hatin erêkirin û derbas bûn, bi mijara 'referandum' kom bûn. Endamên MYK'ê û parlamenterên HDP'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê kom bûn. Di civînê de dê pêvajoya xebatên referandumê û kampanya "Na" niqaş bikin. Di civînê de li ser rêbaz, ziman, plansazî û bernameya xebata "Na" dê niqaşan bimeşînin. Encama niqaşên civînê, dê di 22'ê Çile roja yekşemê di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de zelal bibe. Piştî encam zelal bû rê bi raya giştî re bê parvekirin.