SEROKOMAR - Serokomar Tayyip Erdogan, der barê guhertina qanûnan di meclîsê re hatin derbas kirin diyar kir ku ger meclîs erê bike û bê ber wî dê erê bike. Erdogan dîsa mijara darvekirinê jî anî rojevê û got: "Meclîs îdamê jî bîne ber min ez dê wê jî erê bikim."
Erdogan, di vekirina Metro ya Stenbolê de axivî gotinên xwe dubare kirin. Erdogan dîsa dubare ji sirûda îstîklalê ya Mehmet Akif Ersoy rist dubare xwendin. Erdogan der barê daxwaza guhertina xalên qanûnê ku di meclîsê re derbas bû û dê biçe referandumê got: "Di encamê de gel dê biryarê bide. Piştî di referandumê re derbas bibe Tirkiye dê dîsa gavan pêş ve bavêje. Meclîs erê bike û bîne pêş min ez ji dê erê bikim. Ger ku daxwaza guhertina îdamê jî di meclîsê re derbas bibe û bê pêşberî min ez dê wê jî erê bikim. Heta ku dixwazin bila êrîşî midûriyeta polîsan bikin. Bi van erîşan nagêjin cihekî."