Guven: Em ê di referandûmê de bêjin 'NA'

AMED – Piştî pêşniyarên guhertina xalên Qanûna Bingehîn di meclîsê re derbas bû, dê biçe referandumê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku ev guhertin ji bo pêşeroja Tirkiye ne xêr e û li Tirkiye HDP, li Bajarên Kurdistanê ji KCD, DBP û TJA ji bo xêrê dê bêjin "NA".

Daxwaz û pêşniyara guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn di 2 turên niqaşên meclîsê de bi erêkirina AK Partî û MHP'ê di meclisê re derbas bû. Pişti pêşniyar û daxwaza guhertina xalên Qanûna Bingehin ku rê li pêş Serokdewletiyê vedike û hemû erk û rayeya meclîsê dixe destê Serokomar piştî Serokomar Erdogan erê kir û şûnde dê biçe referandumê. Piştî di rojnameya fermî de hat weşandin 2 meh şûnde dê referandum pêk bê. Ji bo rêxistinkirina "NA" sazî û rêxistinên demokratîk dest bi xebatên rêxistinkirina "NA" kirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, têkildarî guhertina xalên qanûnê û xebatên referandumê nirxandin kir. Guven, diyar kir ku Ak Partî ji ber polîtikayên hundir û derve yên şaş Tirkiye dikeve nava kaosê û pêşeroja Tirkiye tarî dibe. Guven, destnîşan kir ku guhertina Qanûna Bingehîn qeyrana siyasî û aborî bêtir kurd dike û bi xwe re dê binpêkirina mafên mirovan jî zêde bike.

'EM JÎ DIXWAZIN QANÛN BÊN GUHERTİN LÊ BI VÎ ŞIKLÎ'

Guven, destnişan kir ku ev guhertina qanûna bingehîn ya bi vî rengî aşkere dike ku emrê AK Partiyê xelas dibe û wiha got: "AKP’ê di temenê îktîdarda xwe de gelek soz û weat dan. Lê sazek xwe jî pêk neanî. Tirkiye di nava krîzek mezin a derve û hundir de xalên qanûna bingehîn diguherîne. Dixwaze bi van xalan bêtir xêza xwe xurt bike û ji xwe re bike piştek. Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê qanûna tekparêz û feraseta serdestiyê ye. Em jî dixwazin Qanûna Bingehîn bê guhertin. Lê em dixwazin di milê wekhevî, edalet, demokrasî û parastina mafên mirovan de bê guhertin. Lê ev guhertin ji wê bêtir binpêkirina mafan zêde bike. Dê bêtir rê li pêş edalet û demokrasiyê bigire. Her kes xwe di vê qanûnê de nabine. Ger ku mafê mirovan biparasta û her nasname, reng û bawerî biparasta me dê piştgirî dabûya. Lê ne wisa ye. AKP bi vê guhertinê dixwaze rejîma dîktatoriyê saxlem û qehîm bike. Em vê yekê qet qebûl nakin."

‘MHP'Ê XWE BI FERMÎ FESIH KIR'

Guven, anî ziman ku Ak Partî û MHP'ê li hev kirine û bi vî rengî MHP'ê bi awayekî fermî xwe hesih kir û tune kir. Guven, bilêv kir ku MHP û AK Partiyê îtifaq çêkirin û wiha got: "MHP'ê xwe xelas kir û bi AKP’ê re bû yek. Li ser tunebûna kurdan li hev kirin."

'ROJEVA ME DI REFERANDUMÊ DE NA Û AZADIYA OCALAN E'

Guven, bilêv kir ku rojeva Tirkiye û kurdan ne tenê referandumê û wiha got: "Em dê li gel xebatên rêxistinkirina "NA" a di referandumê de xebatên azadiya Ocalan jî bimeşînin. Em wekî KCD'ê dê li Kurdistanê li dijî tecrîdê ji bo azadiya Birêz Ocalan xebatan bimeşînin. Niha zedeyî 10 hezar siyasetmedarên me girtî ne. Ji bo wan em dê xebatên dîplomatîk bimeşînin. Em dê li gel rojeva Birêz Ocalan xebatên NA yên referandumê jî bimeşînin. Di pêşengiya KCD'ê de dê li Kurdistanê bi tevlêbûna KJA û DBP’ê xebat bên meşandin. Li Tirkiye jî di pêşengiya HDP'ê de dê xebat "NA" bên meşandin.

Guven, bal kişand ser êrîşên li dijî KCD'ê u anî ziman ku KCD rêxistinek fermî û rewa ye û armanca van êrîşan rê li pêşîgirtina xebatên aştî, demokrasî û mafên mirovan e. Guven, bilêv kir ku KCD li Kurdistanê sîwana saziyan e û li ser daxwaza civakê, saziya çareseriya pirsgirêkan e. Guven, da zanîn ku di sala 2007’an de hat avakirin û hemû xebatên xwe aşkere û ji cemaweriyê re vekirî pêk tîne.