Şaban Îba: Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke li ser asasê xwerêveberiyê heye

ÎZMÎR - Nivîskar Şaban Îba, têkildarî guhertinên Qanûna Bingehîn destnîşan kir ku dê guhertina bi vî şeklî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser neke û wiha got: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a xwe dispêre xwerêveberiyê û modela xweseriya demokratîk a herêmî heye."

Ji nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya di çarçoveya OHAL'ê de hat girtin Şaban İba, balê kişand ser guherandina Qanûna Bingehîn û referandûma ku tê payîn dê bê kirin. İba, divê ji ên herî rastgir û yên herî çepgir hemû tevgerên siyasî li dor dirûşmeya "NA"yê bigihên hev û divê di vê kampanyayê de HDK û HDP bibin hêza mootorî ya vê kampanyayê.

TAKTÎKÊN HÎtLERWARÎ...

İba, bi bîr xist ku her çi qas li Tirkiyeyê pergala parlementerî hebû jî, lê di serdemên Ataturk û İsmet İnonu de serdemên serokatiya fiîlê dihatin jiyîn û wiha got: "Pêşengên siyasî yên piştî wan hatin, bi bêrîkirina rojên berê her xwestin wê feraseta berê bidomînin. Sedemeke feraseta yekparêziyê ya di civakê de xwe dide eder jî ev e. Niha jî, ev bêrîkirin bi awyaekî zêde, bi awayekî mayînde bi taktîkên Hîtlerwarî bi standardên rejîma awarte tê kirin."

‘DIVÊ QANÛNA BINGEHÎN A DARBEYÊ BIÇE SER SERGO'

İba, dest nîşan kir ku dê guherandina Qanûna Bingehîn pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser neke û wiha axivî: "Nîqaşên Qanûna Bingehîn û pergalê yên Tirkiyeyê, li paş pêvajoya siyasal û civakiyî ye û ev ji ber krîza pergala parlementer û dewleta unîteriyê ye. Asta vê krîzê jî divitiya ji nû ve sererastkirina Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ku li cîhanê yek ji wan dewletên herî mîlîter e divê. Ya ez fêm dikim ev e ku, heke ji nû ve neyê sererastkirin dê bê tasfiyekirin. Tekane riya vê jî ew e ku, divê Qanûna Bingehîn a derbeya 12'ê Îlonê biçe ser sergo."

‘DIVÊ ENIYEKE HEVPAR BÊ ÇÊKIRIN'

İba, anî ziman ku divê ji ên herî rastgir û yên herî çepgir hemû tevgerên siyasî li dor dirûşmeya li dor dirûşmeya "NA"yê bigihên. İba, dest nîşan kir ku divê ji Saadet Partiyê bigire heta HDP'ê hemû partiyên muxalif li ser heman zemînê eniyeke hevpar pêk bînin û wiha axivî: "Li ser civaka medyayê kampanyaya 'Na'yê zû dest pê kir, ev girîng e lê divê kampanyay esasî li qadên kar û jiyanê bên destpêkirin. Divê li taxan Meclîsên NA'yê bên avakirin. Divê çalakiyên NA'yê bi rê û rêbazên cuda li tax û kuçeyan belav bibin. Wek hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an divê her roj li her derî kampanya bidome."

‘DIVÊ HDK Û HDP BIBIN HÊZA MOTOR'

İba, dest nîşan kir ku divê di vê kampanyayê de HDK û HDP peywira hêza motorî bigirin ser xwe û got, ji bo 'Eniya Na'yê divê HDP û HDK xwe bigihînin derdorên herî ebrfireh û wan bînin gel hev. İba, anî ziman ku 'Eniya Na'yê ya ji Saadet Partiyê bigire heta CHP'ê divê ji hemû hêzên muxalefeta civakiyî pêk bê û diyar kir ku, konjuktura siyasalî ji bo afirandina derfetên vê rewşê musaîd in û ev rewş dikara bandorê li encmên refarandûmê bikin.

‘QANÛNEKE BINGEHÎN A LI SER ASASÊN XWERÊVEBERIYÊ'

İba, ragihand ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a xwe dispêre xwerêveberiyê û modela xweseriya demokratîk a herêmî heye û wiha domand: "Qanûneke bingehîn a bi feraseteke wisa bê çêkirin dê îktîdara siyasî ji dest amrazên leşkerî û burokratşk derxîne û rasdestî nûnerên hilbijartî yên gel bike, otorîteya leşkerî ya çavkaniya feraseta milîtarîst e, dê bê şert û merc tabiî otorîteya sivîl bibe; dê meclîsên herêmî û giştî, bibin çavkaniya îktîdarê. Dê hemû cudahiyên etnîk, çandî û olî bi awayekî demokratîk li ser nasnameyên xwe bikaribin xwe îfade bikin; dê welatîbûyîn bibe mafekî bingehîn, dê di biakarnîna vî mafî de tu faktorên etnîk, olî û zimanî cudaparêziyekê nedin der; dê dewlet xwe ji hemû ol, mezheb û baweriyan veqetîne, dê ji bo her kesî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn."

Gokhan Oner- Dîhaber