Li eniya muxalif bi lez û bez xebatên referandûmê tên kirin

ENQERE - Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê û koma wê ya Meclîsê, demildest li ser hevdîtinên Qanûna Bingehîn û pêvajoya referandûmê rawestiya. HDP ji bo eniyeke berfireh çêbike, bi lez û bez dest bi xebatên xwe kir.

Lijneya Birêvebirinê ya Navendî ya HDP'ê û koma wê ya Meclîsê, li ser guherandina Qanûna Bingehîn a duh ber destê sibehê li Meclîsê hat qebûlkirin û pêvajoya referandûmê hûr bû.

Beriya civîna duh hevgirtiyên HDP'ê, bi Saziyên Mafên Mirovan re civîn çêkirin û têkildarî mijarê danûstendin kirin.

DÊ PÊŞNIYAR VEGUHERIN PLANBÛNEKÊ

Têkildarî mijarê, pêşniyarên derketine pêş û nirxandinên hatine kirin, dê di civîna îro de esas bên girtin. Paşê nêrîn û pêşniyarên hatine kirin dê careke din di civîna MYK'yê de li ser wan bên arwestandin û paşê dê biryar bên dayîn.

EM Ê HÊVIYÊ BIGIHÎNIN GEL

Têkildarî mijarê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen agahî dan û got, ew bi taybetî li ser zimanê ku dê di kampanyayê de bê bikaranîn rawestiyane û di kampanyayê de dê xwemaliyên herêmên cuda esas bên girtin û bi vî awayî xwebat bên meşandin. Bilgen destnîşan kir ku, ew ê di xebatên xwe de piranî li ser serdanên malan û hevdîtinên rû bi rû bisekinin û wiha axivî: "Tenê ne 'Na'yeke li ser redê, divê kampanyayeke 'Na'yê ya hîn bêtir hêviyê di xwe de dihebîne bê meşandin û dê 'Na' bi xwe re çi destkeftiyan bîne, dê ev bi raya giştî re bên parvekirin."

LI DIJÎ ENIYA NÎJADPERSET SEKNA KURDAN

Bilgen diyar kir ku, di şert û mercên OHAL'ê de şik û gumanên zêde yên dê eniya 'Na'yê neyê meşandin hene û giliyên bi vî rengî tên û wiha got: "Bi astengkirin, hîlekariya hilbijartinê, bi riya çewisandin dê her hewl bidin dnegê Na'yê kêm bikin." Bilgen balê kişand ser zêdebûna dengê Na'yê yên dê ji herêmên kurdan derkeve û wiha diyar kir: "Dê li dijî îttifaqa Erdoganê û Bahçeliyê nîjadperest di wesfa bersivdayînê de be."

DIXWAZIN MUXALEFETÊ BI MECLÎSÊ SÎNORDAR BIKIN'

Bilgen ragihand ku, AK Partî di pêvajoya Meclîsê de sekneke ku dê Meclîsê vekirî bihêle dide der û wiha dest nîşan kir: "Dixwazin bala partiyên siyasî bikêşin ser parlementoyê û bi vî awayî wan ji xebatên civakiyî bi paş ve bihêlin û dixwazin kampanyayê bi destê Serokomar û derfetên dewletê bi rê ve bibin."

ENIYEKE BERFIREH TÊ AVAKIRIN

Bilgen, anî ziman ku ew ê di rojên pêş de bi Tevgera Ekolojî û Kedê, komên baweriyê, saziyên jin û ciwanan re werin gel hev û got, ew ê ji hefteya bê ve hevdîtinên gel pêk bînin. Bilgen, diyar kir ku dê li hin herêman xebat di ser HDK'Ê re bi îttifaqên cuda bên meşandin û got, ew ê têkildarî kampanyayê bi KCD, derdorên cuda ên kurdan û hêzên demokrasiyê re hevdîtinan pêk bînin.