ENQERE- Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez revandin û derbkirina xebatkarên rojnameya Azadiya Welat a hate girtin Bariş Boyraz ji Wezîrê Karên Hundir Suleymen Soylu pirsî.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aycan Îrmez revandin û derbkirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Bariş Boyraz anî rojeva Meclîsê û ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pêşnûmepirs da. Pirsên ku Îrmez ji Wezîr Soylu kir û xwes bi bersivîne wiha ne:
"* Agahiya we ji bûyera revandina kedkarê çapemeniyê Bariş Boyraz heye?
* Kedkarê çapemeniyê Bariş Boyraz ji aliyê kê ve hatiye revandin. Kesên ku revandine ji kê ferman girtine?
* Boyraz li cihê ku herî zêde çûn hatin heye li Kizilayê cihê ku bi taybetî Guvenpark a ku wesayîtên siv^li nikarin bikevin û hêzên ewlehiyê li wir peywirdar in çawa hatiye nevandin?
* Têkîldarî revandina Boyraz wekî salên 90'an bi torosên spî tîne bîra mirovan gele lêpirsînên hatiye destpêkirin? Heke nehatibe destpêkirin sedem çi ye?
* Boyraz li Guvenpark a ku yek ji cihên herî zêde çûn û hatin heye ya Enqereyê bi wesayîtekî spî hatiye revandin. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî neyên jiyankirin tedbîrên ku we girtine gelo heye? Ger hebe çi ne?
* Di pêvajoya OHAL'ê de 151 saziyên çapemeniyê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) de hatin girtin, 120 rojnameger hatin girtin. Sedema van pêkûtiyan çi ne? Gelo bi van pêkanînan ve madeya 28'emîn a qanûna bingehîn a" Çapemenî azad e, nikare bê sansurkirin", "Dewlet tedbîrên ki çapemenî azad be û mafê ragihandinê pêk bê digire" nehatiye binpêkirin?
* Di bin çavan de, li kolanê û kargehan û niha çen rojnamegerên ku dosyayên wan ên kiryar nediyar in hene? Çend dosya bi encam bûne, çend dosya demborî bûne?
* Der barê hêzên ewlehiyê yên ku li dijî rojnamegeran şîdet pêk anîne di nava 5 salên dawî de çend gilî hatine kirin? Ji wan giliyan çend vegeriyane doza cemaweriyê? Çend bi bêşopandinê biencam bûne? Sedema biencamnekirina lêpirsînên ku berdewam dike çi ye?"