STENBOL - Serokomar Tayyîp Erdogan, berîya gera Efrîqayê li balafirgehê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku piştî di referandumê de guhertinên xalên qanûnê bên erêkirin heta 2019'an hilbijartin pêk nayê.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, berî gera xwe ya li Efrîqaya Rojhilat li balafirgeha Ataturkê têkildarî gera Efrîqa û referandumê axivî. Erdogan têkildarî xalên guhertina qanûna bingehîn ku ji aliye AK Partiyê û MHP'ê ve di meclîsê re hatin erêkirin û dê biçe referandumê diyar kir ku ger ev guhertin di referandumê de jî bê erêkirin dê heta 2019'an hilbijartin pêk neyê. Erdogan encama niqaşên li meclîsê wekî serkeftî nirxand. Erdogan li ser pirsa hûn dê dakevin qadan? jî wiha got: "Tu astengiyên li pêş me yên ku em danekevin qadan tune ye. Duh jî em li qadan bûn."
Erdogan, ku dê biçe Komara Mozambikê li balafirgehe diyar kir ku ew dê xebatên FETO yên li wi welatî bînin rojevê û wiha got: "Em dê bi Vakfa Maarif re daxwaza xwe ya têkoşîna bi FETO re parve bikin."
Erdogan der barê helwesta Serokê nû yê DYA'e jî axivî û wiha got: "Helwesta Donald Trump ya li Rojhilata Navîn girîng e. Birêz Trump gelek daxuyanî dide. Em pir û rêyên tirênan wêdetir li Rojhilata Navîn difikirin. Hin gotinên der barê helwesta Trump a li Rojhilata navîn belav dibin bi rastî ev mirovan aciz dikin. Em Rojhilatek Navîn a axa wê hatiye perçekirin qebul nakin."