CHP dê piştî erêkirina Serokomar li Dadgeha Qanûna Bingehîn îtiraz bikin

ENQERE - Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, diyar kir ku ew dê pakêta guhertina Qanûna Bingehîn piştî erêkirina Serokomar bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Daxwaza guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn ên erk û peyvira Serokomar zêde dike û meclîsê bê peyvir dihêle bi 339 dengên AK Partî û MHP'ê hat erêkirin. Piştî daxwaza guhertina xalan li meclîsê hat erêkirin, li benda erêkirina Serokomar e. Ger ku Serokomar jî erê bike dê biçe Referandumê. Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, diyar kir ku ew dê pakêta guhertina Qanûna Bingehîn piştî erêkirina Serokomar bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn û îtîraz bikin ku ev guhertin betal bibe.