Li Kartalê mîtînga ‘Em ê teslîm nebin’

STENBOL - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ku di nava wan de partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk û odeyên pîşeyan hene dê îro saet di 14.00’an de li Kartalê di mîtînga “Em ê teslîm nebin” de bên cem hev. Tê payîn ku bi milyonan kes tevlî mîtîngê bibin.

Mîtînga “Em ê teslîm nebin” a Hêzên Ked û Demokrasiyê ku bi dirûşmeya “Em ê destûr nedin dîktatoriya zilamenê” di 14’ê Mijdarê de banga wê hatibû kirin îro dê saet di 14.00’an de li Qada Kartalê bê lidarxistin. Tê payîn bi milyonan kes dê tevlî mîtînga Hêzên Ked û Demokrasiyê ku gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk, sendîka, rêxistinên jinan û odeyên pîşeyan di nav de cih digirin

Di nava hêzên ku dê tevlî mîtînga “Roj roja li dijî faşîzmê, kedxwarin û zilmê bi hevre têkoşîn dana meşandinê ye. Roja li dijî serokatiyê û dîktatoriyê berxwedan dana meşandinê ye” partiyên wekî EME, HDP, CHP û Tevgera Hezîranê jî cih digirin.

Dİ 14’ê Mijdarê de li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Demek Koca banga tevlîbûna mîtîngê kiribû û wiha gotibû: “Siyaseta demokratîk nikare were asteng kirin. Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin. Bila OHAL bê rakirin û KHK bên rawestandin. Em ê destûr nedin dîktatoriya zilamekê. Ji serokatiyê re na. Em ê teslîm nebin. Çi dibe bila bile em ê biserbikevin.”