ENQERE- Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkîldarî pêvajoya referandûmê pirsa "Tu dê bi kîjan butçeyê ve kampaya bimeşînî" ji Serokomar Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Gelo dê AKP organîze bike yan serokomar wekî partiyî dê li mîtîngên AKP'ê biaxive?"
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civînên xwe yên Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveber a Navendî ve têkîldarî pêvajoya referandûmê kampanyaya ku nîqaş bike nîqaş kir. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen encamên civînên ku 2 rojan berdewam kir bi raya giştî re parve kir. Bîlgen di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê de got ku wan kampanyaya ku di pêvajoya guhertina qanûna bingehîn a ku wekî " pêvajoya OHAL'ê ya mayînde" dinirxînin plan kirine.
'SERERASTKIRINA KHK'Ê WEKÎ MAKYAJA BI MIRIYAN BÊ KIRIN E'
Bîlgen ewil têkîldarî 4 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) yên ku îro hatin weşandin nirxandin kir. Bîlgen wiha got: "Ev biryarname wekî makyaja li miriyan bê kirin e. Beriya civîna Konseya Ewropayê ya krîtîk sererastkirinekî bi vî rengî mirin nîşandan û bi tayê razîkirin e. Azadiyên ku hatine kuştin tên makyajkirin ve lêgerîna xwe rizgarkirina tengasiyan e. Avakirina komîsyonekî dereng be jî girîng e. Lê mekanîzmayên ku bi temamî OHAL'ê rakin pêwîst e."
Bîlgen têkîldarî pêvajoya referandumê jî fikarên xwe parve kir û wiha berdewam kir: "Têkîldarî dekû dolabên hilbijartinan fikarên me hene. Gotina na dê çiqas rewşeke azad de pêk bê fikarên me hene. Li hemberî kes û derûdorên ku bibêjin na ji niha ve pêkûtî hene. Ev nîşan dide ku pêvajo dê çiqas antîdemokratîk be."
'SEROKOMAR DÊ BI KÎJAN BUTÇEYÊ KAMPANYA BIDE MEŞANDIN'
Bîlgen pirsa "Gelo serokomar dê bi kîjan butçeyê ve kampanya bide meşandin" kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelo dê AKP organîze bike yan jî serokomar wekî partiyî li mîtîngên AKP'ê biaxive. Butçeya serokomar ji xwêdana hemû kesan tê birîn û pêk tê. Heke beşekî civakê wekî serokomar nafikire û bibêjin 'na' mafê serokomar heye ku baca wan ji bo tercîha xwe bi kar bîne? Ma ev hiqûqî û demokratîk dibe? Serokomar dibe nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike, mafê axaftinê yê hemû kesan heye yê wî vî ewqas e lê bikaranîna meqama xwe dê hilbiartinê gumanbar bike."
Bîlgen destnîşan kir ku helwesta wan a referandûmê bi awayeke zelal "na" ye û ev pêvajo divê hemû kes gotinên xwe bibêjin e.
Bîlgen da zanîn ku ji bo şenberkirina pêvajoya kampanyayê nîqaşên wan didoke û têkîldarî plansaziyên wan ên ku hinek zelal bûye jî wiha got: "Em ê ji bo ku keda mirovan hatiye desteserkirin û ji kar hatine avêkin em ê bibêjin 'na'. Di demeke nêz de emê xebatên xwe zelal bikin. Hin civînên me yên ku zelal bûne hene. Meclîsa Jinê plansaziya civînekî li Enqereyê li dar bixe kiriye. Dîsa em ê bi hevparên xwe re nîqaş bikin. Yek li Amed yek jî li Stenbolê bi 2 deklerasyonan ve banga têkoşîna domekratîk bikin. Ji bo ku hemû derûdor berpirsyariyên xwe bi cih bînin û piştgiriyê bidin em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em bi derûdorên cuda re pêvajoyê nîqaş dikin. referandum ji bo me ji OHAL'ê re referandûma gotina 'na' ye. Em ê ji bo ku bi komên cuda yên Tirkiyeyê ve bên cem hev palansaziyên xwe çêbikin. Di hefteyên destpêkê yên sibatê em ê civînan organîze bikin. Qasî ku ji destên me bê em ê li gelek bajar û navçeyan vî pêvajoyê bi gelê xwe re nîqaş bikin. Di vî pêvajoyê de li hemberî sansura çapemeniyê rê û rêbazan diyar bikin û dengê xwe bigihînin."
Piştî daxuyaniyê Bîlgen pirsên çapemeniyê bersivand û li ser pirsa "boykot" hatiye rojevê jî bersiva: "Tu caran alternatîfekî bi vî rengî nehat rojevê. Qasî ku ji bo ku spekulasyonan rê venekin bi aweyeke zelal em ê ji sandiqan 'na' derxînin. 'Na' ya herî zelal di hilbijêrên me de ye. Di hilbijêrên HDP'ê de ji bin sedî 85 encamên anketan tuneye. Boykot di rojeva me de nîne. Li Meclîsê helwesta me ji bo ku em balê bikişînin li ser parlamenterên me yên girtî bû."