Yildirim: Dixwazin rojek berî rojekê Doza Sereke ya KCK'ê biencam bikin

AMED - Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim ê 5 salan ji Doza Sereke ya KCK'ê girtî ma û paşê hat berdan got: "Doz ew doz e ku di encam kumpaseke di navbera Cemaeta Fethullah Gulen û AKP'ê de derketiye holê. Di demên dawî de lez dane dozên KCK'ê. Dixwazin ceza li siyasetmedarên kurd bibirin. Dixwazin dozê bi encam bikin û ceza bibirin."

Di sala 2009'an de di bin navê "KCK"ê de operasyon hatin lidarxistin û piştî van operasyonan der barê 154 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin. Duh li Amedê, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 71'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" hat dîtin. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim ê ji Doza Sereke ya KCK'ê hat darizandin û 5 salan girtî ma û paşê hat berdan diyar kir ku, dixwazin demildest doza KCK'ê biencam bikin, ceza li siyasetmedarên kurd bibirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê tu carî nêrîna li kurdan neguheriye û di her serdemê de li dijî kurdan huqûqa dijminatiyê tê sepandin.

‘DIXWAZIN ROJEK BERÎ ROJEKÊ DOZA KCK'Ê BIENCAM BIKIN'

Yildirim, dest nîşan kir ku Doza Sereke ya KCK'ê di encama kumpaseke di navbera Cemaeta Fethullah Gulen û AK Partiyê de derketiye holê. Yildirim, da zanîn ku piraniya dozên di 2009'an û beriya wê de ji aliyê polîs, dozger û dadwerên cemaetê hatin vekirin, ji ber derhuqûqî bûn yeko yeko ketine û dest nîşan kir ku, lê belê Doza Sereke ya KCK'ê û dozên din ên kurd bi wan tên darizandin neketine û got, niha veguheriye dozeke ku bi îtifaqa Ergenekon, AK Partî û MHP'ê tê meşandin. Yildirim, dest nîşan kir ku di dema dawî de dozên KCK'ê ji aliyê AK Partiyê ve bi lez û bez tên meşandin û diyar kir ku, mebest ji vê ew e ku dixwzin demildest biencam bibin, da kurdan derî siyaseta demokratîk bin.

‘DOZA KCK'Ê DOZA QIRKIRINA SIYASÎ YE'

Yildirim wiha axivî: "Em Doza Sereke ya KCK'ê wek 'Doza qirkirina siyasî' pênase dikin. Ji bo qirkirina siyasî li ser kurdan bisepînin, niha ev doz li ser siyasetmedarên kurd wek şûrekî tê li ba kirin. Merheleya ku hatiyê jî, dixwazin demildest biencam bikin û bi vê dixwazin kurdan derî qada siyasetê bikin. Siyaseta kurd jî, li ser eksa siyaseta înkariyê xwe afirand. Em ê ji niha û pê ve jî vê têkoşînê bidomînin. Em ê bi paş ve gav neavêjin."

‘DADWER JÎ HEYIRÎNE, LÊ BIRYAR A JOR E'

Yildirim anî ziman ku, dema nêrîna li kurdan antî demokratîk be, sepandin jî derhuqûqî dibin û got, wan duh li eywana rûniştinê rûniştina Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk şopandiye, lê li dadgehê bi navê huqûqê tu tişt tune bûye. Yildirim wiha domand: "Delîlên doza KCK ewqas absurd in ku, dadwerên li dadgehê jî wan qebûl nakin. Ew jî heyirîne, lê ji ber biryar ji jorê tê, dixwazin demildest biencam bikin û cezayan bibirin. Kekê Ahmet wek darbesteke bi rê ve diçe, li wesayîta rîngê tê siwarkirin û wî tînin. Ev necidîbûn e. Îdia, tawanbariyeke cidî tune ye."

'LI DIJÎ KURDAN HUQÛQA DIJMINATIYÊ DISEPÎNIN'

Yildirim got, ji Dadgehên Îstîqlalê heta niha li dijî kurdan mebesta darizandinê neguheriye û anî ziman ku, heke meriv di navbera 2009'an û niha de berawerdiyekê bike dê kêm bimîne û dest nîşan kir ku, di dema Seyîd Riza, Şêx Seîd, 49'an, di 1970, 1980'yan de, di rûniştinên Kemal Pir, Hayri Durmuşan de li dadgehan heta niha tu tişt neguheriye. Yildirim anî ziman ku, li Tirkiyeyê kî ji bo daxwaza kurdan, têkoşîna azadiyê binivîsîne, gotinekê bibêje ji aliyê vê pergalê ve nayên qebûlkirin û got, li dijî kurdan tu carî huqûqa demokratîk nehatiye sepandin, bereksê vê tim huqûqa dijminatiyê hatiye sepandin. Yildirim wiha axivî: "Huqûqa dijminatiyê ya li dijî Şêx Seîd, Seyîd Riza, Kema û Hayriyan hat sepandin, îro li dijî siyasetmedarên kurd tê sepandin. Tu tişt neguheriye."

‘DUH CEMAET BÛ, ÎRO MHP YE'

Yildirim, anî ziman ku di her serdemê de dema gotin tê ser kurdan, hêzên serdest îtifaqê çêdikin û got, AK Partî-Ceamet îtifaq çêkir û li dijî kurdan kumpas çêkirin, îro jî AK Partî-MHP-Ergenekon îtifaq çêkirine û vê pêvajoyê dimeşînin. Yildirim wiha domand: "Li her qadê, li dijî kurdan mirov rastî vê îtifaqê tê. Ev îtifaq, ji bo tepandin, binpêkirina mafên demokratîk ên kurdan tê bikaranîn. Kesên duh bûn yek, bûn dijminên hev lê bi îtifaqên cuda êrîşî kurdan dikin."