Ji Demîrtaş peyama ji bo Xezxêrê

ENQERE - Hevserokê Girştî ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku girtî ye, ji malbatên ku zarokên wan di facîaya kana sifir a Xezxêrê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Hevserokê Giştî ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kul i Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye ji malbatên ku zarokên wan di facîaya kana sifirê ya li gundê Maden a navaçeya Xezxêra Sêrtê jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Demîrtaş bi riya parêzerên xwe di peyama sersaxiyê ya ji malbatan re rêkirye wiha dibêje: “Xwedê rehma xwe li karkerên ku di facîaya kana Xezxêra Sêrtê de jiyana xwe ji destdane bike û serê malbat û gelê me sax be. Ez hêvî dikim ku karkerên di bin kanê de mane û hîna ne gihiştine wan bi saxî bên rizgarkirin. Niha dema avakirina pira dilan a ji Soma û Eremenekê ber bi Xezxêrê ve ye û dema hevpariya êşane. Em ê têkoşîna jiyan û mafê wekî mirovan karkirinê bidest bixin.”