STENBOL - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi armanca di referandumê de bêjin "Na" seferber bûn û dest bi xebatan kirin. HDK dê bi silogana “Pêdiviya me ji Serokdewletiyê tune. Gotina me ya dawî 'Na' ye" dadikevin qadan. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, diyar kir ku ew dê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û ji bo xêrê bêjin "Na" û xwest her kes li "NA" xwedî derkevin û piştgiriyê bidin xêrê.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu û Gulistan Kiliç Koçyîgit, têkildarî daxwaza guhertina qanûna bingehîn ku biçe Referandumê bi rojnamegeran re hatin cem hev. HDK'ê bi vê civînê starta xebatên referandumê ku bêjin "NA" da. HDK dê bi silogana “Pêdiviya me ji Serokdewletiyê tune. Gotina me ya dawî 'Na' ye" dakevin qadan.
Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu, bal kişand ser geşedanên li Tirkiye û wiha got: "Di qada aborî ya Tirkiye de devaluasyon ji sedî 30 ye. Li Tirkiye gel her ku diçe xizan dibe. Kriza aborî her ku diçe kur dibe. Xuya ye ku di rojava qesrê de nanê me tune ye. Betalî zêde dibe. Rêveberiya Tirkiye di navbera gelan de cudakariyê zêde dike û gelan tîne hemberî hev. Serokomar Recep Tayip Erdogan got "Rêveberiya Tirkiye bi awayekî fîîlî hatiye guhertin û êdî pêdivî bi milê hiqûqî û zagonî heye. Navê vê yekê guhertina rejîmê ye. Dixwazin kirasekî li vê guhertinê bikin û gel li hemberî vê yekê bêdeng bimîne."
KOÇYÎGÎT: AGAHIYA PARTIYA ÎKTÎDARÊ JÎ JI GUHERTINAN TUNE YE
Di civîna bi rojanemgeran re Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî diyar kir ku ew dê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û ji bo xêrê bêjin "Na" û xwest her kes li "NA" xwedî derkevin û piştgiriyê bidin xêrê. Koçyîgit bal kişand ser pêvajoya qanûna bingehîn a 1980'an û wiha got: "Êm niha ne di ferqê dene ku em rasî kîjan pêvajoyê tên. Di Pêvajoya 12'ê Îlonê de jî gel tev li pêvajoya guhertinê nekirin. Niha jî nerîn û vîna gel esas nayê girtin. Dixwazin Tirkiye bi hişmendî û pergala yek rêveberiyê ve bi rêve bibin.
En niha di pêvajoya OHAL'ê ku çapemenî tên girtin de niqaşên guhertina Qanûna Bingehîn dikin. Îktîdara Tirkiye dixwaze bi lezgîn rejîmê biguherîne.
AKP, di pêvajoya aştiyê de dît ku siyaseta HDP û HDK’ê hat qebûlkirin û her kes lê xwedî derdikeve. Ji bo vê yekê tar û mar bikin OHAL îlan kirin û dixwazin di şertê OHAL'ê de bi guhertina qanûnan rê li pêş xebatên me bigirin. Ev qanûn ji bo me ne rewa ye. Em ji niha de diyar dikin ku ev qanûna bê guhertin em wê nas nakin. Ji ber ku vîna gel tê tune ye. Em dê "Na" bi rêxistin bikin. Em bawer dikin ku li Tirkiye atmosferek nû heye. Hêzên Demokratîk ên li Tirkiye dê dîsa xwe nû bikin. Em dê xwe bi rêxistin bikin û ji vê pergala ku li dijî demokrasiyê ye re bêjin bes e. Em dê bêtir xwe bi rêxistin bikin û di vê pêvajoya dîrokî de em dê di navbera Stenbol û Amedê de ji bo NA her kesî bi rêxistin bikin."
Koçyîgît, bang li her kesî kir ku her kes ji bo xêrê li "NA" xwedî derkevin û "NA" bi rêxistin bikin.