STENBOL – Li bajarên Tirkiyeyê, eniya "NA"yê ya bi pêşengiya HDK, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, EMEP, Halkevleriyê dest pê kir, dê di rojên pêş de bi hevgirtiyên hîn berfirehtir amadekariyên daxuyandina manîfestoya "NA"yê bike.
Piştî pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn bi piştevaniya MHP'ê ji aliyê AK Partiyê ve hat Lijneya Giştî ya TBMM'ê û di tûra dawîn de jî hat qebûlkirin, dê niha jî berpêşî refrandûmê bê kirin. Piştî Serokomar Erdogan pêşniyarê tesdîq bike, dê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve herî dereng divê di nava 60 rojî de biçe refrenadûmê. Referandûma ku tê payîn dê di Nîsanê de bê kirin, hem di eniya 'na'yê hem jî di eniya 'erê' de dê siyasetmedar rûberî hev bibin. Piştî siyaseta kurd, di referandûmê de diyar kir derdorên çepgir, sosyalîst, demokrat, welatperwr, kedkar jî tewrên xwe ji hêle "NA"yê ve diyar kirin.
Li bajarên Tirkiyeyê, eniya "NA"yê ya bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, EMEP, Halkevleriyê dest pê kir, dê di rojên pêş de bi hevgirtiyên hîn berfirehtir amadekariyên daxuyandina manîfestoya "NA"yê bike. Tê payîn ku, dê li Setnbolê jî wek Amedê bi awayekî hevwext deklarasyon bê daxuyandin.
Hevberdevkên HDK'ê Gulistan koçyigit û Onur Hamzaoglu riya ku dê di referandûmê bişopînin nirxandin.
‘MA EM Ê JI VAN ROJÊN XERAB, RAZIYÊ ROJÊN XERABTIR BIBIN?'
Hamzaoglu dest nîşan kir ku, heke di referandûmêd e 'erê' derkeve dê rejîma Tirkiyeyê biguhre û wiha pirsî: "Guherandina rejîmê, guherandina awayê rêveberiyê ye. Divê mirov li hemberî vê amadekariyên xwe bikie. Bila rejîm, awayê rêveberiyê biguhre yan na? Divê her kes biryara vê bide. Dê dewlet ji nû ve bê avakirin û dê awayên jiyana me biguherin. Helebet, gelek kêmaniyên îroyîn hene, lê ma em ê raziyê hîn xerabtirînbûyîna wê bibin?" Hamzaoglu, anî ziman ku ew ê wek HDK û hevgirtiyên wê di referandûmê de li dijî guherandina rejîm û pergalê bibêjin "NA" û wiha got: "Em ê ji bo aştiyê bibêjin na. Em ê ji bo astengkirina domandina OHAL'ê bibêjin na."
‘ERÊ GAVA RÊVEKIRINA LI BER TARÎTIYÊ YE'
Hamzaoglu, anî ziman ku wan ji bo referandûmê koordînasyonek ava kiriye û got, di koordînasyonê de HDK, Tevgera Hezîranê, EMEP û Halkevlerî cih digirin. Hamzaoglu, anî ziman ku dê di koordînasyonê de hevgirtî li herêmê xebatên xwe bimeşînin, li navendê jî ew ê bi hev re tevbigerin û dest nîşan kir ku, ji bilî yeko yeko gerîna li malan, ew ê wê endîşeya heyî ji holê rabikin. Hamzaoglu ê got, "Divê NA'kar rojek berî rojekê bigihîjin xêr û bêra xwe û cara ewil e ku NA tiştekî erênî di xwe de dihebîne" wiha domand: "Li Tirkiyeya 2017'an gotina 'erê' gava rêvekirina li ber tarîtî, paşverûtî û hemû neyîniya ye. Ji ber vê, 'erê' nîşandana tarîtiyê ye. Em baş dizanin li vê xakê ya herî zêde 'Na' ye." Hamzaoglu, anî ziman ku di referandûman de tekane ferq serketine û wiha got: "Dê kesên tenê ferqek wan heye bi ser bikevin. Referandûm naşibe hilbijartinan. Helbet karê me zehmet e. Tunebûna wan kêmaniyeke mezin e. Em bawerim em bi eksa nebûna wan jî bis er bikevin."
‘DÊ NA BIBE XÊR Û BÊR'
Koçyigit a got “Dê NA bibe xêr û bêr" jî anî ziman ku, îktîdara AK Partiyê dixwaze bi 'erê' Tirkiyeyê ber bi kendavê ve bibe. Koçyigit anî ziman ku, divê beriya hemû pirsan pirsa guherandina rejîmê li dijî kê çêdibe bê kirin û wiha domand: "Guherandina rejîmê ya dixwazin li ser 'erê' ava bikin, taliya talî guherandina rejîmeke ku li dijî me tê avakirin. Li dijî xizanên vî welatî, kurd, elewî, jin, kedkar, LGBTÎ'yên vî welatî tê avakirin. Ji ber vê dê NA'ya me ya li dijî vê bibe NA'yek bi xêr û bêr. A rast em ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dibêjin NA."
Koçyigit, got raya giştî ya Tirkiyeyê hatiye tengijandin û wiha axivî: "Îktîdara AKP'ê tim bi çewisandinî bis er civakêde diçe, bi polîtîkaya şidetê civakê diçewisîne û dixwazin bi çewisandin û êrîjan bêalternatîfiyê wek alternatîf nîşan bidin. Dibêje 'Ya hûn ê min hilbijêrin ya hûn ê min hilbijêrin.'"
‘DIVÊ EM WÊ 'NA'YÊ BIBÊJIN'
Koçyigit, dest nîşan kir ku bi guherandina Qanûna Bingehîn mebest guherandina rejîmê ye û wiha axivî: "Ji nû ve kaos, şidet û ber bi kendavê ve tê ferzkirin. A rast NA'ya NA'ya li dijî vana hemûyan e. Belkî beriya serdabê, NA'ya derketina dawîn e. Divê em wê NA'yê bibêjin."
Yasin Kobulan/Necla Demir - Dîhaber