EFRÎN – Herêma Şehba ku çavê cîhanê li ser e û li ser wê hesabên cûr be cûr tên kirin, di hêla siyasî, bazirganî, civakî û dîrokî de ciheke girîng û stratejîk e, niha bûye qadeke sêyemîn a şerê cîhanê.
Herêma Şehba ji serhildana gelan a di sala 2011’an ve bi mudaxilbûna hêzên navneteweyî û hêzên heremî ku bi destê van dewletan hatine çêkirin, niha sêyemîn şerê cîhanê tê jiyîn. Li gelek şûnwarên herêma Şehbayê di dîrokê de rastî gelek dagirkeriya dewletên wek e Eyubîyan, Împaratoriya Roma, Împaratoriya Bîzans, Emewî, Ebasî, Hamdanî, Mirdasiyan, Ukayiyan û di dîroka dawî de jî Dewleta Mezin a Selçukî û Împaratoriya Osmaniyan. Bi belavbûna Osmaniyan re demek kurt di bin dagirkeriya Fransiyan de ma. Herêma Şehba, bi taybetî Bab, Cerablus û Minbic piştî dagirkeriya Fransiyan bû navenda şûnwariyek girîng ên gelan. Ev herêma ji bo derbasbûna Qerexa Behra Spî heremek girîng e, her wiha xeteke bazirganiyê ya herî girîng a Suriyê ye.
Herêm, ji ber sedemên dîrokî, civakî, çand û aborî her tim bala hêzên navneteweyî, bi taybetî jî ji ber paşeroja Osmaniyan her tim bala dewleta tirk kişandiye. Ji ber vê yekê ye ji destpêka şerê li Suriye heta niha her hêzên navneteweyî û heremî ji bo para xwe di vê heremî de bibîne mudaxil bûne.
GIRÎNGIYA DÎROKÎ
Di Şerê Mercîdabik a di sala 1516’an de ku Yavuz Sultan Selîm di sefera Misirê de di navbêra Dewleta Memlûkê de şerê yekemîn û yê encamda ye.
Di 24’ê Tebaxa 1516’an de Şerê ku di navbera Artêşa Osmanî û Memlûkê de li herêma Şehbayê derket de, Osmaniyan qezanc kir. Di encama şer de, Suriye, Lubnan û Filistîn li ser axa Osmaniyan hat zêdekirin. Jixwe sedema çavên dewleta tirk ku her tim li ser vê heremî ye ev bi xwe ye.
HERÊMA ŞEHBA LI KUDER E?
Şehba heremeke ku ji nêzî hezar gund û bi sedan mezra yên di navbêra Efrîn, Ezaz, Cerablus, Minbic, Bab û Helebê de dimîne pêk tê ye. Ji piraniya gundên li heremê gundên kurdan in. Di hin gundan de Kurd, Ermenî, Asurî, Tirkmen û Afşarî di nav hev de dijîn. Di qada Şehbayê de tê gotin ku nêzî 800 hezar kurd dijîn. Esas di dîrokê de navê Helebê bi Şehbayê dihat bibîranîn. Ji ber vê yekê ji Helebê re "Heleb Şehba" tê gotin. Êrîşên li ser Şehba û hewildana dagirkirina wir pir dîrokî û girîngiyeke stratejîk tê nirxandin. Lewra serweriya li ser herêma Şehbayê di heman demî de tê wateya bêbandorkirina Heleb û Efrînê ye jî. Serweriya Şehba û Helebê jî tê wateya ku derbeyek mezin li projeya Pergala Federaliya Demokratîk, Netewa Demokratîk ku xeta bingehîn a Şoreşa Rojava ava kiriye dide. Ji ber vê yekî hemû plan û proje li ser van hereman tê kirin.
PLAN ŞEHBAYÊ BÊ KURD HIŞTIN E!
Rejîma BAAS, di encama polîtîkaya înkar, îmha û guherandina nasnameyê ya heremê re ku "Kemera Ereb" xistibû meriyetê gelek Ereban li heremê bi cih kiriye.
Rejîma Baas ku bi armanca hejmara kurdan a li heremê bi temamî sifir bike ne tenê ya Ereban bi cih kir, her wiha bi armanca heremê bê kurd bihêle hin cure sendîqayan jî ava kir. Axaftina kurdî li heremê qedexe kir. Polîtîkaya bi salan a înkar û tunekirinê li ser gelê heremê bandorekî neyinî kir. Li hemberê meşa şoreşa gelê kurd a di sala 2012'an de ku ji Kobanê destpê kir û piştre li Dêrik, Efrîn, Amûdê û heremên din belav bû re, li hemberê kurdan û hêzên azadiya gel ên Herêma Şehbayê jî êrîş destpê kirin. Ji 2013'an ve hêzên azadiya gel li heremê rastî êrîşên çeteyên opozisyonê, El Nusra û DAIŞ'ê hatin. Gelên Azadîxwaz û kurdên li heremê heyî, di encama êrîşan de rêjeyek mezin ji heremê hatin derxistin. Û hin herêm bê kurd hate hiştin.
RIZGARKIRINA MINBICÊ Û DAGIRKIRINA TIRKIYEYÊ
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di 2'ê nîsana 2016'an de li Bendava Tişrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezrandina xwe îlan kir, bi piştgiriya hêzên QSD'ê di 1'ê Hezîrana 2016'an de Pêngava Rizgarkirina Minbicê dest pê kir.
Di çerçoveya pêngavê de bajarê Minbicê di demek kurt de ji hêla Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ve bi tevahî hat dorpêçkirin. Di encama operasyona rizgarkirinê ya 73 rojan dom kir de bajarê Minbicê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Piştî Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, dewleta tirk û çeteyên girêdayên wî, bajarê Cerablûs a girêdayê Şehbayê dagir kir. Dewleta tirkiye û çeteyên girêdayên wî piştî Cerablûsê qesebaya El Raî ya herêma Şehbayê ye dagir kir.
LI ŞEHBAYÊ DEWIR-TESLIM
Dewleta Tirkiye ku dît hêzên QSD'ê hat heta ber deriyê El Babê û dê kantonên Efrîn û Kobanê bigihijin hev, li herêma Şehbayê ku perçeyek girîng a axa Federasyona Bakurê Suriyê ye, bi çeteyên îtîfaq re dest bi dagirkeriya heremê kir. Dewleta Tirkiye û yekîneyên girêdayên wê di çerçoveya ku di bin navê "Operasyona Mertala Firadê" da destpê kirin, bajarê Cerablusê bê pêvçûn biqewime ji çeteyên DAIŞ'ê stand. Tirkiye û yekîneyên girêdayên wê piştî Cerablusê dagir kirin, êrîşên çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê kirin, şervanên meclîsê ji bersivek tund dan van êrîşan. Du roj di navbêra leşker û yekîneyên Tirkiye û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê de pêvçûnên dijwar rû da. Li ser pêvçûn her çiqas dijwar û hawirdorê belav dibû, bi navbêntiya Amerîkayê "agirbest" hat îlan kirin. Dîsa di serê meha Îlonê de qesebaya El Raî bê ku pêvçûn derkeve ji DAIŞ'ê hat standin.
Di demek kurt de Nûçegihanê Rojhilata Navîn a Rojnameya The Întependent Patrîck Cockburn bi emîrekî çeteyê DAIŞ'ê re gotubêjek hate kirin û wisa gotibû : "Me Cerablusê terk nekir, tenê me riyê xwe û hinek jî porê xwe qûsand." Tirkiye ku bajar û qesabayên herêma şehbayê bi awayek dewir teslimê wergirtibû ev car jî berê xwe da bajarê Babê û dest bi hewildana dagirkirinê kir. Tirkiye bi vê hewildanî sinyala bi daxuyaniya "Çi dibe bila bibê em dê tu car destur nedin qorîdora kurd" û dê êrîşên li hemberê Şoreşa Rojava girantir bike da.
DYA Û RUSYA BÊ DENG E
Li herêma Şehbayê hêzên navneteweyî yên wek e DYA û Rusya, hêzên heremî yên çeteyên ku Suriye, Îran, Siûdî Erebîstan, Katar û Tirkiye piştgiriyê didin wan, li pey gelek hesaban in. Li herêma Şehba ku riya herî girîng a derdikeve qerexa Behra Spî, kî çi armanc dike? Kî di kîjan pozîsyonî de ye”
Di rewşa heyî de; Tirkiye bi navê Mertala Firadê di axa bakurê Suriyê de dest bi dagirkirinê kir, sînorên ku ji hêla Rusya û DYA'yê ve hatibû xêz kirin jî dixwaze derbas bike. Bêguman ev rewş her çiqas dihêle ku Rusya û DYA di qadê de bi hêzeke herî bi hêz QSD'ê re bixebite dike jî, di esasê xwe de ji bo demek nêz DYA û Rusya dibe ku guherandin di hewildan û helwesta xwe de neke. Eger DYA û Rusya di helwesta xwe de guherandinê bike û dev ji pozîsyona ku aliyê Tirkiye berde di xeta Cerablûs-Ezazê de demek kurt de pêşketinên balkêş çêbibe. Lê ji ber dê DYA û Rusya halê hazir guherandinek neke ber bi xeta Cerablus-Ezazê ve ji bo demek kurt de pêşveçûn hêsan nebe. Hevsengiyên kurt û navgînî yên diguherin dê bi xwe re hin şîlo û qrîzan ava bike. Rewşa El Bab ku di ber luleya çeka şervanên QSD'ê de ye jî, dê hêza leşkerî ne diyarker be, her wiha li cem wî pêwîstî bi têkoşîna siyasî-dîplomatîk jî hebe, encax bi vî dê karibe rewş diyar bike.
SEKNA HÊZAN A LI ŞEHBAYÊ
Beşek mezin a herêma Şehbayê di bin dagirkeriya çeteyên opozisyonê yên wek e El Nusra, Fetîh El Şam, Ehrar El şam, Cund El Eqsa, Siqûr El Cebel, Ceyş El Fetîh, Cephet El Şamiya, Tugaya Sultan Murat, Cepheya Tirkmenên Suriyê, Feylaq Şam, Feylaq 16, Lîwa Hemze, Lîwa 99, Ceyş El Îslam, Cepheya Rizgariya Îslamî ya Suriyê û yên weke din de ye, beşek jê jî, di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye. Dîsa bajarên stratejîk ên herêma Şehba wek e El Bab, Til Eran, Til Hasil û Til Belat jî di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne. Di heman demê de gelek noqteyên stratejîk ên di navbêra Kobanê û Şehba de jî di bin qontrola şervanên Cebhet El Ekrad, Ceyş El Suwar, Şems El Şimal, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye. Minbic, Cerablus, El Raî û Exterîn ku berê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn, niha jî Cerablûs û El Raî di bin dagirkeriya Tirkiye û hevparên wê de ne. Marê jî beşek di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye û beşek jî ya çeteyên girêdayên dewleta tirk de ye.
POSÎZYON Û ARMANCÊN HÊZÊN HERÊMÊ
Di herêma Şehba de hêzên navneteweyî DYA û Rusya, pê re jî hêzên heremî yên bi Suriye, Îran, Siûdî Erebîstan, Katar, Tirkiye û çeteyên pê ve girêdayî ve, çeteyên DAIŞ'ê li pey gelek hesaban in. Ev hesab, li gor bicihbûna hêzên li heremê bi awayek qaba dikarin wisa bi nav bike:
HÊZÊN LI HEMBERÊ REJÎMÊ XWE BICIH KIRINE
DYA: Bi mudaxeleya rasterast an jî awayek cuda tevlî serhildana gel a li Suriyê bû û veguhest şereke navxweyî. Li Suriyê mutefikê herî girîng ku Siûdî Erebîstan, Katar, Tirkiye û welatên Yekîtiya Ewropa be jî, lê pê re li hemberê çeteyên DAIŞ'ê li qadên wek e Hol, Tişrîn, Şedadê û Minbicê hêza QSD ku serkeftinên mezin kir, wek e mutefik tê xuyakirin. DYA, bi nêzîkatiyek erênî ya ji bo Şoreşa Rojava re heye lê tu caran pozîsyona xwe ya ji bo ji Tirkiyeyê re bibe piştgirî berneda. Heta em dikarin bibêjin ku li herêma Şehbayê, par û hefteyên derbas bûyî de êrîşên ku ji hêla dewleta tirk û çeteyên opozîsyonê ya girêdayên tirkan a li hemberê hêzên QSD'ê hatî kirin, bîzat ew bi xwe erê kiribû. Ev yek jî di rayagiştî de wek e nakokiyek mezin hat nirxandin.
Sibûdî Ebebîstan: Bi mudaxilbûna serhildana gel a di Suriyê de bû sedem ku şerê navxweyî derkeve. Siûdî Erebîstan hêzeke herî girîng a ku bi alîkarî û piştgirîdayînê hişt ku çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û hwd di axa Suriyê de xwe bidin jiyankirin e. Bi destpêkirina şer heta niha fînansorê herî mezin a şer e. Bi taybetî li herêma Şehbayê bi dewleta Tirk re bi awayek kordîneyî xebitî û gelek hêzên nû ava kir. Û ji bo ev hêz heremê dagir bikin wan fînanse kir, perwerde kir û berê wan da ser hêzên azadiya gel.
Katar: Bi mudaxelbûna serhildana gel a di Suriyê de rasterast an bi awayek din bû wesîle ku şerê navxweyî derkeve.
Katar jî wek e Siûdî Erebîstan fînansorê herî mezin a şerê heyî ye. Hêj jî heman pozîsyonî diparêze. Bi taybetî yek ji wan hêzan e ku dixwaze bi destê çeteyên opozîsyonê herêma ku ji Holê destpê dike heta qerexa Behra Spî bê dagir kirin e.
Lewra sewqiyata xazaxwezayî û petrolê ya ji vê heremî bê kirin dê di ser Behra Spî de ber bi Katar û li cîhanê bê belav kirin.
Tirkiye: Tirkiye ji destpêka şer heta niha di Suriyê de, polîtîkakaya dijminatiya Şoreşa Rojava, Kurd û Tevgera Azadiya Kurd pêş dixe. Tirkiye ku îro ji bo her du kanton negihijin hev derbasî heta Babê bû vê yekî ji bo xwe wek jiyanî dît û ji bo gotina "Çi dibe bila bibe" polîtîkayê dimeşîne, dest bi hewildana dagirkirinê kir. Tirkiye ji bo van dagirkirina meşru bike jî bi awayek "Herêma tampon", "Herêma ewlekariyê", "Herêma ji balafirê re qedexe" dixwaze formule bike û ji bo xwe di qada navneteweyî de hilde ewleha hiqûqî bike. Tirkiye, plana xwe ya "Herêma Tampon" ji destpêka şerê Suriyê heta niha her tim dixwest di herêma Şehba de bike. Tirkiye niha jî ji bo pêşî gihiştandina her du kantonan (Efrîn-Kobanê) bigire dixwaze Babê dagir bike û ji bo vê jî dîplomasiyek mezin dimeşîn e. Tirkiye ku wek hedef El Bab diyar kir, ji bo vê bide qebûl kirin jî her tim operasyona Reqa û Misûlê di rojevê de dihişt.
YÊN LI CEM REJÎMÊ DISEKIN IN
Rusya: Hê serhildana gel a di Suriyê de nezivirîbû şerê navxweyî pozîsyona xwe ji bo desthiladariya rejîma Beasê bi parêze, diyar kir. Bêguman Rusya vê yekî ne ji bo rejîma Beasê, di esasê xwe de ji bo berjewendiyên polîtîkayên xwe kir. Du sedemên esasî hebû. Yekemîn, ji bo bandora xwe ya li Rojhilata Navîn zêdetir bike, ya duyemîn jî ji bo bandora DYA'yê ya li ser Rojhilata Navîn kêmtir bike.
Rusya, bi navê ji bo rejîma Beas li ser piya bimîne û hevsengiya şerê heyî bike, tevlî şerê navxweyî ya di Suriyê de bû. Û bi vê re bi piştgiriya hewayî bi awayek aktîf da hêzên rejîmê û di gelek herêman de hişt ku dîsa qontrol bikeve destê rejîmê. Her çiqas pozîsyona Suriyê ya di herêma Şehba de vekirî ne diyar be jî, dixwaze ya Tirkiyeyê ku ji darbeya 15'ê tîrmehê ya DYA'yê berpirsiyar dibîne -ji bo demek be jî bikşîne aliyê xwe ve. Lê destura operasyona Tirkiyeyê dîsa bi sînor dihêle.
Îran: Ji bo rejîma Beas li ser piya bimîne, hevsengiya şer bike û ji bo karibe dor neyê ser wî asteng bike mudaxilê şerê navxweyî ya di Suriyê de bû. Lewra Îran dît ku hedefa piştî Suriyê dê ew bi xwe be û qûrnaztiya xwe ya ji dîrokê girtiye heta niha berdewam kir; an go stratejiya "Şer her tim ji welatê xwe dur bigire û şer bike"... Sedema din a mudaxilbûna Îranê ew e ku li hemberê herîkîna Wehabî-Selefî ya bi lez di Rojhilata Navîn de belav dibe, Şiîtiyê biparêz e.
Hîzbûllah: Ji bo rejîmê li ser piya bigire û herikirina Wehabî-selefî zêdetir pêş nekeve û asteng bike tevlî şerê navxweyî ya Suriyê bû. Ji destpêka şer heta niha di her qadî de li hemberê komên çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û hwd piştgiriyê dide rejîmê. Îro hê jî di vê pozîsyonî de ye bi awayek aktîf piştgiriyê dide rejîmê. Her wiha Rusya, Îran û rejîma Beas jî her cure alîkariyê didin Hizbûlahê.
NÛNERÊ XETA POLÎTÎK A SERBÛXWE: HÊZÊN GEL ÊN DEMOKRATÎK-ŞOREŞGER
Hêzên demokratîkên şoreşger ên li Rojava û Suriyê di destpêka şer heta niha pozîsyona xwe bi "Ne rejîma Baas, ne jî çeteyên opozîsyonê ku hêzên navneteweyî piştgirî didin, wan e" diyar kir. Hêzên Şoreşger ên Demokratîk îro hêj jî pozîsyona xwe ya destpêkê diparêzin. Bi ger DYA dibe ger Rusya dibe qenalên pêwendiya xwe vekirî hiştine û ji bo çareseriyeke rast a di Suriyê de gelek proje danîn holê. Lê ev proje tu car ne li gor berjewendiyên hêzên navneteweyî bû. Ya dawî hêzên Şoreşger ên demokratîk ku ji bo Suriyê pergala federaliyê pêşniyar kir, vê pergalî di Rojava-bakurê Suriyê de pêşxist.
Hêzên gel demokratîk ên Şoreşger bi dayîna têkoşîneke bêhempa bi serkeftina Kobanê re çeteyên DAIŞ'ê di her qadî de têk bir. Û niha em dikarin bibêjin ya DAIŞ'ê xiste qadeke teng û anî noqteyek tunekirinê. Eger îro operasyonên Musul û Reqa di rojevê de be û berdewam dikeyse bi saya serê hêzên gel a demokratîk û şoreşger ku li hemberê DAIŞ û çeteyên opozisyonê têkoşîneke bêhempa dane ye.
DI ŞERÊ 6 SALÎ DE KOÇBERIYEK MEZIN Ê NAV Û DERVE PÊK HAT
Bi sed hezaran mirov ên herêma Şehba û derdora wê ji ber şer û pêvçûnên di navbêra hêzên rejîmê û DAIŞ'ê, El Nusra, Ehrar El Şam, Sultan Murat û hwd, dîsa pêvçûnên di navbêra çeteyan xwe bi xwe de neçar man koçberê Rojava, ger Tirkiye, Urdun, Lubnan û her wiha koçberêli welatên Ewropa kirin.
Gelek mirovên ku ji axa xwe koçber bûn hema bêje her roj di qeraxên Behra Ege, yê Îtalya û hwd in de jiyana xwe ji dest dan. Îro hêj jî di navbêra dewleta Tirk û Yekîtiya Ewropa de li ser sed hezaran koçber bazariyeke qirêj tê kirin. Şûnwarên ku ji ber şer û pêvçûnan mirov ji wir hatine paqijkirin, berhemên dîrokî, navendên bazirganiyê ji hêla hêzên rejîmê û komên çeteyan ve hatin talankirin û di piyase û bazara Tirkiyê de hatin firotin.
NIHA ÇI DIQEWIM E?
Piştî bi piştgiriya Rusya ya hewayî Rejîma Beas sedî 96 bajarê Helebê bidest xist, niha jî hawirdora Bab û İdlibê de şer diqewime. Li aliyekî dewleta tirk beranberê Helebê, destura ketina El Babê ji Rusya girtiye hewil dide ku bi riya çeteyên girêdayên MÎT'ê bikeve bajêr. Lê ji ber Tirkiye ew sînorê ku ji hêla dewletên navneteweyî ve sînorek diyar kiribû derbas bûne û xwe ji Amerîka zêdetir nêzî Rusya dike, DYA ji bo hevsengiyê hin astengiyan derdixe. Sedema her tim berdevkên maseya Suriye û Rojava ya DYA'yê bi daxuyaniyan piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava tîne ziman jî ev e. Wê di demên pêş de hem hêzên koalisyonê ku pêşengtiya wî Amerîka dike û hem jî Rusya dê herêma Babê wek e qadeke serbixwe bidin nîşandan. Ev yek jî ji bo hevsengiyê di nav hêzên ser erdê çêbike ye. Ya esasî Rusya êdî dixwaze serweriya herêma Şehba û hêzên bakurê Suriyê di destê xwe de bihêle. Ji bo vê yekî jî civîna ku dê li bajarê Astana ya Kazakîstanê xiste rojevê. Her çiqas Serokdewletê Rusya Putîn bi daxuyaniya "Ev civîn li hemberê Cinev ne alternatîf e" dabe jî lê ji bo heremê ji bin serweriya Amerîkayê derbixe wek alternatîf bikar bîne. Rusya ji bo dewleta tirk di heremê de bi hêz nebe jî nakokiya di navbêra çeteyên girêdayên MÎT'ê de kurtir bike û li heremê bide şixûlandin. Ji niha ve ji ber Tirkiye beranberê karibe bikeve Babê ya çeteyê sereke El Nusra firot, di malperên tora civakî û daxuyaniyên xwe de dewleta tirk bi firotinê tewanbar dike. Ev çeteyên ku bi şertê Rusya danîbû pêşiya wan derbasî bajarê İdlibê bibin, dizanin ku dê operasyonek li ser wan jî bê kirin.
Hêzên Gel ên Şoreşger û QSD jî ji bo korîdora navbêra her du kantonan vebe, ne di nava bajarê Babê de be jî, xetekî ku di başûrê Babê de derbas dibe vekin, şerek dijwar dimeşîne. Pêve girêdayî jî operasyona "Xezeba Firadê" ya rizgarkirina Reqayê jî berdewam dike.
Erdogan Altan - dihaber