NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Tayîp Erdogan ku li Madagaskarê axivî da zanîn ku dê pêşniyara guherina qanûna bingehîn îşev bigihije ber deste wan û bêyî ku dem winda bikin dê bişînin TBMM’ê.
Serokomar Recep Tayîp Erdogan bi Serokamarê Madagaskarê Hery Rajaonarimampianina re civînek çapemeniyê li darxist. Serokomar Erdogan derbarê pêşniya guhertina qanûna bingehîn a di meclîsê re derbas bû de wiha got: “Ger Xwedê bike nesîp ez ê îşev vegerim welat, piştî ez vegeriyan welat hêvîdikim ku dê Serokê Meclîsê dê hevdîtinên li parlamentoyê bigihîne serokomariyê. Em ê nirxandina xwe demildest bikin. Ji ber ku hêviya gelê min eve, bêyî ku em dirêj bikin emê biryar bidin û carekdin ji TBMM’ê re bişînin.”
SERLÊDANA DADGEHA BINGEHÎN
Erdogan, derbarê serlêdana CHP'ê ya li Dadgeha Bingîn ji bo ku pêşniyar were betalkirin de jî wiha axivî: “Muxalefet dikare serî dadgeha bingehîn bide. Tu mafê me yê astengkirin û gotina ‘çima serî li wir didin’ tune ye. Em fêrî vana bûne. Li welat fikra ku ji bo her tiştî biçe dadgeha bingehîn heye. Ez hêvî dikin ku dadgeh di demek kin de biryara xwe bide ji ber ku gelê min bi kelecanek mezin li benda pêngav avêtinê ye.”
‘EM LI DERDORA EL BABÊ NE’
Erdogan, ku bersiva pirsên hevdîtina Astanayê dida, bal kişand ser operasyona El Babê ku digot ‘diqede, înşalah dê biqede’ û wiha got: “Em niha li derdora El Babê ne. Ez nizanim ku dê rêveberiya Amerîkayê ya nû û hêzên koalîsyonê pêngavên çawa bavêjin, lê ger bi Astanayê raxînin ser maseyê dikare ji bo El Bab, Mimbiç û Reqayê gav bên avêtin û dikare li dijî DAIŞ, YPG û PYD'ê têkoşîn bê meşandin.”