Parlementerê YNK’ê Abdullah: Pêdiviya kurdan bi siyaseta hevpar heye

ENQERE - Palementerê parlementoya Iraqê yê YNK’ê Arêz Abdullah bal kişand ser pêwistiya Kongreya Neteweya Kurd û wiha got: “Ji bo ku Kongreya Neteweya Kurd pêk bê, pêwiste beriya her tiştî partî û rêxistinên kurd li çar perçeyên Kurdistanê yekitiyek xurt ava bikin.”

Parlementerê Parlementoya Iraqê yê YNK’ê Arêz Abdullah têkildarî Kongreya Neteweya Kurd ji dîhaberê re axivî. Abdullah diyar kir ku li çar perçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd şerekî taybet tê meşandin. Abdullah da xuyakirin ger li çar perçeyên Kurdistanê partî û rêxistinên kurd yekitiya xwe ava nekin, tu kes nikare pêşiya vî şerî bigire û ji ber vê yekê jî çareseriya şerê taybet ê ku li dijî gelê kurd tê meşandin yekitiya kurdan a çar perçeyên Kurdistanê ye.

‘DIVÊ ZEMÎNA SIYASETEKÎ HEVPAR BÊ AVAKIRIN’

Abdullah da zanîn ku hin alî girêdayî siyaseta dagirker in û wiha ev tişt gotin: “Îro hin siyasetmedarên kurd girêdayî siyaseta dagirkeran siyasetê dikin. Ev jî astengiya ji bo Kongreya Netew a Kurd derdixe. Ger siyasetmedarên kurd li çar perçeyên Kurdistanê bibin yek, pirsgirêkên ku îro di nav siyaseta kurdan de derdikevin pêş dê bên çareserkirin. Ji ber vê yekê jî pêwistiya avakirina zemîna siyaseta kurd heye. Ger ev zemîn bê avakirin, em ê hemû bibînin ku tişta ku neyê çareserkirin li holê namîne. Hemû tişt girêdayî avakirina zemînekî hevpar a siyaseta kurd e.”

‘DIVÊ RÊXISTINÊN KURD BERJEWENDIYÊN GEL BIFIKIRIN’

Abdullah got ku êdî beriya her tiştî divê li gorî berjewendiyên gelê kurd siyaset bê kirin û wiha axivî: “Min destpêka axaftina xwe de jî qala astengiyên Kongreya Netew a Kurd kir. Binêrin ger hin kes dev ji siyaseta dagirkeriyê bernedin, bi tu awayî Kongreya Netew pêk nayê. Ger rêxistinên kurd, berjewendiyên gelê kurd bifikirin divê beriya her tiştî li gorî berjewendiyên kurd siyasetê bidin meşandin. Ger em hemû dest bidin hev em ê hemû pirsgirêkên ku îro tên jiyîn çareser bikin.”

‘ÊDÎ BES E GELÊ KURD EVQAS ZEHMETIYAN DIKIŞÎNE’

Abdullah destnîşan kir ku li çar perçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd şerekî taybet tê meşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Binêrin niha li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê kurd şerekî taybet tê meşandin. Divê ku em tu kes vî şerî jibîr nekin û li gorî vê siyaseta xwe bidin meşandin. Çareseriya rawestandina vî şerî jî yekitiyekitiya kurdan e. Ger em perçe perçe bifikirin dê li çar parçeyên Kurdistanê hemû kes li dijî me şer bike û dê siyaseta me jî her tim perçe perçe bibe. Êdî bes e gelê kurd evqas din av zor û zehmetiyan de dijî. Mafê gelê kurd jî heye ku siyasetekî hevpar a kurdan li çarperçeyên Kurdistanê di jiyana xwe de bibîne.”

‘SERBESTBERDANA HDP’IYAN DÊ BI XWE RE AŞTIYÊ BÎNE’

Abdullah êrîşên li dijî HDP’ê jî şermezar kirin û wiha pêde çû: “Her wiha ez êrîşên li dijî Partiya Demokratîk a gelan HDP’ê bi tundî şermezar dikim. Em hemû baş dizanin ku îro li Tirkiyeyê hikûmetê prosesa şer daye pêşiya zwe û li gorî vê prosesa şer jî siyaseta xwe dike. Lê ev siyaset dê çiqas berdeam bike ev jî ne diyar e. Lê ez hêvîdarim ku dê di demek nêz de hevserok û parlementerên HDP’ê yên ku bi awayekî dijdemokrasî hatin girtin, dê bên berdan û dê siyaseta xwe ya demokratîk bidin meşandin. Ez bawerim ku serbestberdana parlementerên HDP’ê dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibe sedema aştî û biratiyê.”

‘DIVÊ BIRÊZ BARZANÎ PÊŞIYA SIYASETÊ VEKE’

Abdullah bal kişand ser siyaseta Herêma Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê birêz Barzanî biryarekê bide ku ev biryar jî bibe sedema siyasetekî demokratîk a li Herêma Kurdistana Başûr. Birêz Barzanî ne dihêle hilbijartin pêk bên û ne jî dev ji Serokatiyê ber dide. Ev yek jî astengiya ji bo siyasetê derdixe. Divê ku êdî biryarên siyasetekî demokratîk ji aliyê birêz Barzanî ve bê dayîn. Ger li Herêma Kurdistana Başûr siyasetekî demokratîk bê kirin dê pirsgirêkên ku îro li wir tên jiyîn bên çareserkirin û gelê li wir jî dê bi awayekî aramî jyana xwe bide meşandin.”

Ferît Dere - dîhaber