ÎZMÎR - Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, rewşa 58 siyasetmedarên ku 17 mehin hêj îdîanameya wan nehatiye amadekirin û dernexistine dadgehê bir rojeva meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, 58 kesên ku di nava wan hevserokên HDP’ê yên Manîsayê jî hene û di çarçoveya operasyonê de hatine girtin ev 17 mehin dernaxînin dadgehê bir rojeva Meclîsê.
Dogan di pêşniyarpirsa ku xwest Wezîrê Dadê Adalet Bekîr Bozdag bersiva pirsên wî bide, diyar kir ku ev 17 meh û 20 rojin rêveberên HDP’ê hatine girtin û hêjî sewqî dadgehê ne hatine kirin û pirsa hinceta amadenekirina dozgeriya ya îdîanameyê kir. Dogan da zanîn ku ji ber tiştên tên jiyîn hestên wî yên dadê zirar dîtiye û dixwazin bi van bêhiqûqiyan xebatên HDP’ê astneg bikin.
Pirsên ku Dogan ji Bozdag kirine û xwest bersiv bide evin:
1- Ji bo 58 kesên ku ev 17 meh û 20 rojin girtîne û îdîanameya wan ne hatine amadekirin, hûn wekî wezareta Dadê li dijî vê rewşa ku vegeriyaye cezayê bi giştî çi difikirin? Ji bo pêşî li bêhiqûqiyên girtinên dijêr wezareta xwe xebatek çawa dide meşandin?
2- Ji ber demên girtinan ku vegeriyane ceza, ji bo hestên hiqûqê yên civakê zirar nebinin hûn çi cebatan didin meşandin?
3- Bêsûcbûna 58 kesên ku derbarê wan de îdîaname ne hatiye amadekirin û nizanin bi çi tên darizanin zirarê dibine. Ji bo dawî li vê binpêkirinê bê wezareta we çi dike?
4- Gelo ger amadekirina îdîanameyê bi salan bidome û di nava vê demê de kes girtî bimînin ev ne riya cezakirin û çewisandinê ye?
5- Sedama dirêjbûna amadekirina îdîanameyê çiye? Hûn difikirin ku ev mafê darizandina adilane asteng dike yan na? Gelo amadenakirina îdîanameyên dosyayê zirarê dide baweriya bi hiqûqê?
6- Hûn difikirin derbarê dozgerên ku îdîaname di dema xwe de amade nakin û ji be zirar dane bêgunehiya welatiyan de tiştekî bikin? Li pêşiya dozgerên ku bi keyfî tevdigerin çi astengî hene? Ji aliye wezareta we ve çavdêriyên çawa tên kirin?
7- Derbarê dozgerên ku li dijî Pêşinyara Derbarê Rolê Dozgeran a NY’î de tevdigerin de hûn tiştekî dikin yan na?