Beşdarên civîna NATOPA: Divê muzakereyên YE bê rawestandin

STENBOL - Beşdarê Civîna Lijneya 62'emîn a NATOPA û parlamentera Partiya Yeşiller Peter Pilz, xwest Yekîtiya Ewropa bi lezgîn muzakereya bi Tirkiye re rawestine.

Civîna Lijneya Giştî ya 62'emîn a NATOPA ku Meclîsa Tirkiye malovaniyê dike, di roja duyemîn de li Otela Hilton Bomonti berdewam dike. Di civînê de heyeta HDP’ê û endamê NATOPA Parlamenter Ziya Pir û Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgrê Hevserokê Giştî Hişyar Ozsoy, delegasyonên Ewropa amade bûn. Li ser banga delegasyonê Avusturya civînek din pêk hat. Di vê civînê de delegasyonên Avusturya, Belçika, Almanya û Luksemburg yên NATOPA amade bûn. Dîsa delegeyên hin welatên din amade bûn. Mijara sereke ya Ewropayê girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdag û wekîlên HDP'ê bûn. Dîsa girtin, bimçavkirin, polîtayên şer jî hatin niqaşkirin. Rewşa OHAL jî bû mijara niqaşê.

HESAPGIRÊ NATOPA JÎ BEŞDAR BÛ

Di civîne de parlamenterê HDP’ê û endamê NATOPA Ziya Pir û Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsoy amade bû. Hesapgirê NATOPA Marc Angel amade bû. Angel, ji parlamenterên HDP’ê têkiliyên AK Partî û Fetullah Gulen ên berî 15'ê Tîrmehê û piştî 15'ê tîrmehe pirsîn.


'DIVÊ MUZAKEREYÊN YE YÊN TIRKIYE BÊ RAWESTANDIN'

Beşdarê Civîna Lijneya 62'emîn a NATOPA û parlamentera Partiya Yeşiller Peter Pilz, xwest Yekîtiya Ewropa bi lezgîn muzakereya bi Tirkiye re rawestine.
Peter Pilz, anî ziman ku 2 rojên dawî ji bo Erdogan pir xerab derbas dibin û wiha got: "Wekî hezanê derbas dibe. Ji bilî jinek Azeri yên ku pesnê Erdogan bidin tune. Ji bilî Azerbeycanê tu welat pêkanînên Tirkiye qebûl nake. Ev ji bo Erdogan têkçûn e. Divê muzakereyên YE'ê yên bi Tirkiye re bi lezgîn bên rawestandin. Serokomar Erdogan bi riya MÎT'ê diyar dike ku Tirkiyên li Avusturya li dijî hikûmetê sor bike. Vê yekê bi rêyea MUSİAD û UETD dimeşîne. Divê tirkiye der barê geşedanên dawî de îzahatekê bide Ewropa"

'PUTÎN TIRKIYE ANÎ BER ÇONGA XWE'

Parlanenterê Partiya Yeşîller a Almanya û Wezîrê Derdorê yê Almanya Jürgen Trittin jî xwest Tirkiye ceza bikin û wiha got: "Pûtîn Tirkiye anî ber çongê xwe.Mirov dikare vê yekê mînak bigire." Trittin, li ser polîtîkayên Tirkiye yên şer jî rawestiya û wiha got: "Piştî Rusya çû Ukrayna, NATO daxuyanî li ser daxuyanî da. Ji ber çû Ukrayna çavdêriyê NATOPA’ye Rusya hat xistin. Tirkiye jî armanc dike ku têkeve Iraqê. Ji ber vê yekê endamtiya Tirkiye jî divê bê xistin.

Di civînê de parlamenterên HDP'ê der barê rewşa Tirkiye ya OHAL, KHK û girtinan de agahî dan.