Li Enqereyê metirsiya ‘Herêma Ewle’

ENQERE - Pêşniyara "Herêma Ewle" ya ku berê dem dem Tirkiye dianî rojevê, piştî ku Serokê DYA'yê Trump anî rojevê metirsiyên Enqereyê zêde kir.

Tirkiye ku hewl dide li Sûriyeyê hêz û bandorbûnê qezenc bike, ji ber pêşniyara beriya niha dianî ziman niha di metirsiyê de ye. Tirkiye ku beriya salan dixwest li Sûriyeyê ‘herêma Ewle’ ku dê di bin destê wan de be ava bike û ev pêşniyar xist rojeva navneteweyî heta niha ji pêşnyara xwe re piştgirî ne girtibû.

‘HERÊNA EWLE’ YA TRUMP, ‘HERÊMA EWLE’ YA ERDOGAN

Heman daxwaza serokê nû yê DYA’yê Donald Trump, destpêkê heyecanek xist nava Enqereyê. Lê piştî îktîdara AKP’ê li ser daxuyaniyên Trump ên ne diyarin nîqaş dan destpêkirin, gihiştin wê encamê ku ‘Herêma Ewle’ ya ku Trump dixwaze û ‘Herêma Ewle’ ya ku ew dixwazin ji hev cüda ne.

‘HERÊMA JI BALEFIRAN RE QEDEXE’ Û ROJAVA

Li gorî nîqaşên li kulîsên Enqereyê, pêşniyara herêma ewle ya Trump pêşniyara ‘herêma ji balefiran re qedexe’ digire nava xwe û ev jî dikeve aliyê herêmên ku kurd lê dijîn. Tirkiye ku vê wekî herêma qedexe ya piştî şerê Korfezê ku ji bo Iraqê hatibû pêkanîn dibine û metirsiya dê ev ji bo Rojava “herêma ji destwerdanê re girtiye” bê nîşankirin û ji pêşniyara xwe ya bi salane dike metirsiyê dijî.

‘BIRYARA BI PYD’Ê RE YE?’

Piştî Serokomar Recep Tayîp Erdogan fikarên xwe yên derbarê vê mijarê de anîn ziman, Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Murat Yetkîn, metirsiya ku li Enqereyê tê jiyîn bi pirsa “Gelo Trump herêmên ewle, bêyî hevparên NATO’yê Tirkiye û rejîma Sûriyeyê ku Rûsya li pişt wê ye dê bi PYD’ê re ava bike?” anî rojevê.

RAPORA JI HIKÛMETÊ RE HATIYE PÊŞKÊŞKIRIN

Her wiha saziyên çapemeniyê yên nêzî AK Partiyê jî nûçeyên herêmên ewle yên li Sûriyeyê dê kurdên li Sûriyeyê bigire nava xwe çêdikin. Di rapora ku tê îdîakirin ji bo pêşkêşî hikûmetê bê kirin hatiye amadekirin de jî tê gotin ku ‘herêma ewle’ ya ku Trump tîne ziman dê “Efrîn û Kobanê” bigire nava xwe.

Ji roja şerê Sûriyeyê destpêkiriye heta niha, kurdên ku axa xwe diparêzin, bi taybet ji li Efrînê ji erebên ku bûne mexdûrên şer re malovanî kiriye û bi salane rola xwe ya ‘herêma Ewle’ bi cih tîne.