NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê PYD'ê yê Parîsê Xalîd Îsa yê beşdarî hevdîtinên li Moskowê bû wiha got: "Sûriyeyekî demokratîk dê ancax projeya ku me amade kiriye ve aram be. Hewldanên hin dostên meyên rûs êrênî bû."
Nûnerê PYD'ê yê Parîsê Xalîd Îsa, têkîldarî hevdîtinên li Rûsyayê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Îsa diyar kir ku bi Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Di hevdîtinê de em li ser qanûna bingehîn a ku wan pêşniyar kirine nîpaş kir."
Xalît Îsa têkîldarî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re wiha got: "Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di destpêkê de behs kir bê li Asta çi bû. Beşek mezin a nîqaşê li ser wê Destûr Bingehîn çêbû. Ew projeya ku wan pêşniyar kiriye, hat nîqaşkirin. Beşa mezin a axaftina Lavrov li ser vê mijarê bû. Paşê, piştî ku ew ji civînê derket, Cîgirê Wezîr û Nûnerê Serokdewletê Rûsyayê Birêz Bagdanov û çend berpirsyarên din, me bi wan re jî nîqaş kir. Hem li ser vê Destûra Bingehîn, hem jî amadekariyên ji bo Cenevre ya 4'an her kesî nêrînên xwe anîn ser ziman." Îsa da zanîn ku civîna ku dê li Cenwereyê di 8'ê sibatê de bihata lidarxistin taloqî 28'ê sibatê hatiye kirin.
'BÊYÎ PDY'Ê AŞTÎ PÊK NAYÊ'
Îsa têkîldarî mijara ku PYD dê beşdarî civînê bibe yan na jî wiha axivî: "Ji xwe ew dibêjin, anha jî destnîşan kirin, ku bêyî Xweseriya Demokratîk, bêyî nûnerên gelê kurd, bi taybetî PYD, aştî pêk nayê. Ji ber vê yekê, gava ku me dît nûnerên hinek bi navê opozîsyonê behs dikin, yên ku kurtilxurên dewleta Tirk in, gava ku dîtin Xweseriya Demokratîk li vê derê amade ye, ew jî nehat. Hatta kurtilxurekî Kurd jî vîze girtibû, bes nas kir ku Xweseriya Demokratîk li civîna Moskowayê amade dibe xwe jê kişand. Ji ber ku kesên ku kurtêlan didin wî jê re gotin, 'nabe tu biçe'."
'PORJEYA FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK'
Îsa der barê qanûna bingehîn a ku hatiye pêşniyarkirin de jî ev agahî da: "Di projeya Destûra Bingehîn a amade kirine dibêje 'Otonomiya Çandî ya Kurdî'. Me jî got, ev tişt têrê nake. Me got, du tiştên baş hene ku bila navê komarê nebe Komara Erebî ya Sûrî be, Komara Sûrî be. Dibêje bila navê diyanetekê tenê di nav de tine be, ji ber ku pir diyanet e. Me got, ev xal erênî ne, lê gelek kêmasiyên wê hene. Yanî ev meseleya ku bes dibêjin otonomiya çandî ji bo gelê kurd, ev têrê nake. Hata zagonên berî vê jî hîn pêşketîtir bû ji aliyê federalîzmê ve. Me ji wan re behsa zagona 1920'an kir, bê çawa wê çaxê federal, Sûriyeyeke federal datanînin. Me behs kir, ku zagona 1973'an ku çawa dibêje 'Komelên gelêrî di herêman de'. Me behs kir, me got 'Ê me projeya me heye. Projeya we têrê nake. Projeya Federalîzma Demokratîk a ku Xweseriya Demoratîk pêşkêş kiriye, ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê pêşkêş kiriye, em wê rast dibînin'. Helbet gotin, em ê bi hev du re di nava têkiliyê de bin. Gelek zanebûnê wan, hem ên dostên me yên Rûs jî xuya ye, hem jî kesên ku amade bûn zanebûnê wan di warê zagoniyê de kêm bû. Ji me xwestin ku em alîkariya wan bikin. Me jî got, em amade ne alîkariya we bikin di vî awayî de. Lê projeya me, ji ber ku em pir lêkolîn kiriye, em dibînin hem li gorî heqîqeta Sûriyeyê jî, piraniya wê pir milet in, pir ol û mezheb in. Û ya din jî ji bo bi rengekî demokratîk ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û beşdarî desthilata navendî bibe. Encax ew projeya me pêk bê. Ev jî, bû weke sê salan li gorî van prensîban, em herêmeke zêdetirî ji serê sedî 20 ji herêma Sûriyeyê bi rê ve dibin. Niha li wê derê baş bi rê ve diçe. Hem aştî û aramî heye di nava hemû miletên Bakurê Sûriyeyê de, hem di nava hemû mezheban de. Ya din jî karîbû xwe biparêze li dijî çete û li dijî dijminan. Ji ber vê yekê, ku em dibe bibe nimûneyek baş ji bo hemû Sûriyeyê. Me ev yek dan wan û hemû beşên mûxalefetê. Me di ber projeya xwe de mudafa kir, ji ber ku em pê qanih in ev proje wê karibe Sûriyeyeke yekgirtî, jiyana bi hev re ya bi biratî a miletên Sûriyeyê bafirîne. Hem jî bi vê yekê re wê Sûriye weke cihekî bi rûmet di nava Rojhilata Navîn de be."