Uca: Yekitiya netewî wekî av û nan pêwîst e

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca têkîldarî yekîtiya neteweyî ya kurdan û kongreya neteweyî ya kurd axivî û diyar kir ku di pêvajoya ku kurdan fersendekî mezin bi dest xistine de yekîtiya kurdan qasî nan û avê pêwîst e.

Nîqaşên der barê Kongreya Neteweyî ya Kurd didome û bangawaziyên ji bo lidarxistina kongreyê jî roj bi roj zêde dibe. Bi van nîqaş û bangawaziyan re hewldanên gelê kurd yê ji bo lidarxistina kongreyê jî berdewam dike. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca tekîldarî yekitiya netewî anî ziman ku ew fersenda dîrokî winda nakin û got ku demek nêz de yekitiya kurd dê pêk were û kongre jî dê were lidarxistin.

‘DERMANÊ GELÊ KURD YEKITÎ YE’

Uca destnîşan kir ku sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin û geşedanên siyasî yên girîng tê jiyîn û wiha axivî: “Gelê kurd pêşengiya vê pêvejoyê dike. Gelê kurd li Kobanê, Şengalê, Kerkuk û Mûsûl rolên giring dilîze. Ji ber vê yekê gelê kurd muxatap neyê girtin sînor jî nayê sazkirin. Ji giringiya nan û avê yekitiya gelê kurd û kongreya yekitiya neteweyî pêwîst e. Heger gelê kurd yekitiya xwe ava neke, êrîş jî dê bidome. Hêzên serdest jî ji bo sed sal din jî gelê kurd di nava koletiyê de bihêlin nava hewldanê de ne. Li hemberî bêstatuyê yek dermanê gelê kurd heye ew jî yekitiye.”

‘GELÊ KURD DÊ KIFNÊ KOLETIYÊ BI YEKITIYÊ BIQETÎNE’

Uca bi lêv kir ku gelê kurd dê bi yekitiyê pêşeroja xwe diyar bike û axaftina xwe wiha domand: “Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd çeperan de yekitiya xwe nîşan da. Niha jî dora yekitiya kongreyê ye. Di vê milê de jî serkeftinê bi dest bêxîn pirsgirîka kurd jî çareser dibe. Di sed sala nû de gelê kurd dê kifnê koletiyê biqetîne. Wê demê dîrok jî dê bi destê gelê kurd were nivîsandin.”

‘YEKITÎ HEBA 74 FERMAN PÊK NE DIHAT’

Uca dest nîşan kir ku yekitiya kurd ava bûya Êzidî ji 74 fermanan derbas nedibû û wiha domand: “Dema yekitiya netewî ya kurd pêk hat dive ji ber Êzidiyan jî kongre bê lidarxistin. Îro li ser Êzidiyan re polîtîka tê meşandin. Ji aliyê Tirkiyeyê ve ji hewldana dagirkirina Şengalê heye. Çi mafê Tirkiyeyê heye. Dive em bi xwe van pirsgirîkan xwe bi xwe çareser bikin. Ji ber vê yekê netewiya kurd girînge. Dive em kongre lidarbêxin. Bi hêza xwe li hemberî van polîtîkayan sekna xwe nîşan bidin.”

‘DIVE BARZANÎ ROLA XWE BILEYÎZE’

Uca anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo pêk anîna kongreya netewî kedên mezin daye û wiha pê de çû: “Dive îro Mesud Barzanî ji rola xwe bicîh bîne. Em dikarin bibin yek. Heger kurd di vê pêvajoyê de yekitiya xwe pêk neyîne, fersenda dîrokî derbas dibe.”