Serokê Giştî yê SYKP Kaya: Ji diktatoriyê re NA

ENQERE - Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya, li ber navenda Giştî ya partiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku ew ji pergala dîktatoriya yek mirov re dibêjin NA.

Endam û rêveberên Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP) li ber Navenda Giştî ya Kolana Kizilayê kom bûn û daxuyanî dan. Endam û rêveberên SYKP’ê diyar kirin ku ew dê di referandumê de ji Qanûna Binghîn ya Nû re bêjin NA û pankarta “Ji Faşizmê û Dîktatoriya Yek mirovî re bêjin NA" siloganên “Bi tena serê xwe rizgarî tune. An bi hevre an ne tu kes" û “Li dijî Faşizmê mil bidin hev" berz kirin.

Serokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya, diyar kir ku Serokwezîr û Serokomar diyar dikin ku bi guheritna Qanûna Bingehîn rejîm nayê guhertin û tenê pergal tê guhertin û wiha got: "Ev guhertina rejîmê bi xwe ye. Lê vê yekê ji gel vedişerin. Îro hemû kesên ku Serokomar rexne dikin ji heqaretê tên girtin. Qesr hemû kesên ku wekî wan nafikirin wekî "Terorist" îlan dikin. Hemû kesên cuda difikirin ên rojnameger, akademisyen, hiqûqnas û kedkar tev ten binçavkirin û girtin. Di vê pêvajoya ku rêgezên Komarê tên guhertin divê hemû kesên têkoşîna mafên mirovan, demokrasî, aştî, hiqûq û edaletê didin li dijî vê pergalê bêjin NA. Em ji vê pergala dîktatoriya Yek Mirov re dibêjin NA.
Em bang li her kesî dikin ku bêjin NA."