Dê her tiştên têkildarî 'Na'yê di Hayir TV de bin

STENBOL - Hayir TV a li ser cerîbînên Çapul TV a di dema Geziyê de hat vekirin dest bi weşana xwe kir, dê dema pêvajoya referandûma Qanûna Bingehîn de her tiştên têkildarî "Na"yê biweşîne. Ali Ergin Demirhan ê hem di avakirina Çapul TV û hem jî di avakirina Hayir TV'yê de cih girt wiha got: "Çareserî di 'Na'yê re derbas dibe."

Çapul TV a di dema çalakiyên Geziyê de li dijî sansurê bû dengê berxwedanê, dê di pêvajoya referandûma Qanûna Bingehîn a "pergala serokatiyê" di xwe de dihebîne de cihê xwe bide Hayir TV'yê. Hayir TV a çend roj berê bang kir û yekemîn hevdîtina xwe pêk anî, dê li ser civaka medyayî weşana xwe bike. Dê di ser Twitter û Facebookê de her tişyên têkildarî "Na"yê di Hayir TV'yê de bên weşandin û her wiha dê qenalên pêwendiyê yên TV'yê jîd ir ojên pêş de bên vekirin.

Ali Ergin Demirhan ê di avakirina Çapul TV'yê de cih girt got, Hayir TV ji ber vegotina hin pêdiviyan derketiye holê.

‘ME BI ÇAPUL TV'YÊ ZIMANEKÎ HEVPAR ZEVT KIRIBÛ'

Demirhan, balê kişand ser çewisandin û pêkûtiyên li ser çapemeniya muxalif û wiha got: "Ji xwe çapemenî berbelav bi temamî di dest îktîdarê de ye. Li ser çapemeniya alternatîf û muxalif çewisandin hene. Lê li gelv ê jî, çapemeniyeke civakî ya ku teslîm nabe jî heye. Ev jî tişta em jê re dibêjin civaka medyayî ye. Em li vir dibînin ku gelek derdorên cuda 'Na'yê, îtirazên xwe yên têkildarî vê pêvajoyê tînin ziman."

Demirhan, diyar kir ku ew bi Çapul TV'yê re bûne xwedî tecrûbe û wiha axivî: "Gelek derdorên cuda yên Tirkiyeyê di nav têkoşînê de mil dane hevdu û hatine gel hev. Zimanekî ehvpar zevt kirine. Cerîbîneke me ya bi vîr rengî heye. Ev ceribîn jî pêdiviyên îroyîn ferz dike."

‘DÊ HAYIR TV BIBE ALTERNATÎF'

Demirhan, got wan bi awayekî rastîn televîzyonek çênekiriye, ew ê li ser medyaya civakî weşanê bikin û wiha behsa xebatên xwe kirin: "Em ê hilberînên heyî bi kar bînin. Evd ibin ku vîdeoyên kurt bin, dibe bersivên ji bo kampanyaya erê hatibin dayîn bin. Ji bo kesên dibêjin 'Na' ye. Em vê bînin ziman. Niha jî, me xwest em bi heman mantiqa kolektîf xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê me bang kir."

Demirhan, anî ziman ku ew ê di rojên pêş de pêvajoya kampanyayê bidin destpêkirin û got, dê di pêvajoya referandûmê de Hayir TV li ser civaka medyayî wek qenaleke çapemeniyê ya alternatîf weşana xwe bidomîne. Demirhan, got heke kesên dixwazin xwe bigihînin wan dikarin bi riya hesêbên heyî yên Çapul TV'yê xwe bigihînin wan.

‘HÛN ÇÊBIKIN EM PARVE BIKIN'

Demirhan ê got, “Em dibêjin bila mirov çêbikin em parve bikin" wiha axivî: "Em 'Na'yeke ku ji bo referandûma dê di Nîsanê de bê çêkirin re nabêjin. Ev pêvajo ji xwe pêvajoyeke ku divê mirov îtirazî wê bike. Parlementer girtî ne, serok girtî ne. Rektor nayên tayînkirin, li şûna rektorên hilbijartî hin kesên din tên tayînkirin. Em di pêvajoyeke ku nîqaşên mirovan tên astengkirin de ne. Ev ne pêvajoyeke demokratîk e. Li dijî vê îtiraza me heye. Em mecbûr in ji vê re bibêjin 'Na'."

Demirhan herî dawî got, heke derdekî me yê ku em welat ji rewşeke xetere rizgar bikin hebe, ev jî di 'Na'yê re derbad dibe.