Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Ji bo ‘Na'yê bi hezaran sedemên me hene

AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, got di referandûmê de ji bo guhertina Qanûna Bingehîn bi hezaran sedemên wan ê "Na"yê hene û wiha axivî: "Em vê pergala zorbeyî, ya yekzilamî red dikin. Em dixwazin demokrasiya vî welatî xurt bibe, em azadiya vî welatî dixwazin."

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyigit, diyar kir ku dê HDK "Na"yê bi rêxistin bike û dest nîşan kir ku, ew ê tevî hemû jinan li dijî yekzilamî, polîtîkayên dijminê jinan e bi hev re bibêjin "Na".

‘EM Ê 'NA'YÊ BI RÊXISTIN BIKIN'

Koçyîgît anî ziman ku ew ê li herêmê xebatên referandumê li ser Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) bimeşînin lê ew ê bi kordînasyonekî ve jî xebatên kampanyayê bidomînin û bi Tirkiyeyê re bi awayekî kordînekirî xebatên xwe bidomînin. Koçyîgîd da zanîn ku HDK dê li bajarên rojava bi HDP'ê re "Na" yê rêxistin bikin. Koçyîgît desnîşan kir ku li herêmê li ser kurdan tê xwestin têgehekî boykotê bê afirandin lê ev ne wisa ye, dê vê vebêjin.
Koçyigit wiha domand: "Li Kurdistanê, 2 salên dawî ne gelek tiştîn giran qewimîn. Parlementer, hevşaredar hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin, bajarên me hatin rûxandin. Gelê me rastî êşên giran hat. Ev hemû ji ber pergaleke yekparêz in. Feraseteke ku gelê kurd red dike, pirgirêka kurd çareser nake heye. Pêşniyara îro hat kirin jî dê van zêde bike."

‘EM PERGALA YEKZILAMÎ RED DIKIN'

Koçyigit, dest nîşan kir ku ev pergal yekperestiyê li kurdan ferz dike û got, li herêmê ev ê ji bo hemû gelan bibe sedema ji nû ve rabûna ser piyan û ew ê di referandûmê de tewrê xwe nîşan bidin. Koçyigit wiha axivî: "Heke di referandûmê de 'Na'yeke xurt derkeve, dê xurtbûyîna me derkeve holê. Em vê pergala zorbeyî, ya yekzilamî red dikin. Em dixwazin demokrasiya vî welatî xurt bibe, em azadiya vî welatî dixwazin."

‘JI BO 'NA'YÊ BI HEZARAN SEDEMÊN ME HENE'

Koçyigit, anî ziman ku hemû vegotin û sepandinên AK Partiyê li ser dijberiya jinê ne û polîtîkayên ku jinê hepsî malê bikin dişopînin û wiha axivî: "AKP jineke azad naxwaze. Dixwaze jinê bixîne. Binpêkirina azadiya jinê, binpêkirina azadiya civakê ye. 'Na'ya jinê zaf biqîmet e. DIvê hemû civakê bihebîne. Pergala giştî, pergaleke ku jinê nahesibîne. Bi pergala yekzilamî dixwazin li ser jinê çewisandinan zêde bikin. Ji ber vê yekê, divê 'Na'ya jinê xurtir be. Ji bo jiyaneke mirovahiyî, ji bo zarokan, ji bo jinan em dibêjin 'Na'. Çimkî ji bo 'Na'yê bi hezaran sedemên me hene."