Selma Gurkan: Divê hevparên têkoşîna demokratîk di platformekî de bên cem hev

ENEQERE - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku pêvajoya referandumê ji bo gelan fersendek e û wiha got: "Divê hevparên têkoşîna demokratîk di platformekî hevpar de bi hevre tevbigerin."

Piştî ku pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn di Meclîsê de hat qebûlkirin û refedandum hate rojevê xebat û nîqaşên li ser dengên "Erê" û "Na" jî dest pê kir. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurdak pêvajoya referandumû ji dîhaberê re nirxand û bal kişand li ser têkoşîna "Na" yê. Gurkan armanca xwe wekî "çemên ku cuda diherikin em ê bikin rûbar. Hedefa me jî ev rûbar veguherandina deryayê ye" anî ziman.

'ÊRÎŞÊN LI MECLÎSÊ NÎŞANEYÊN PÊVAJOYA REFERANDUMÊ YE'

Gurkan destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrena 2015'an AK Partî ji bo îxtidara xwe ya siyasî biparêze îradeya gel nas nekir û hişyariya ku dibe di pêvajoya referandumê de jî heman tişt bê jiyîn kir. Gurkan destnîşan kir ku hikûmet li ser kaos, şîdet û şer siyasetê dimeşîne êrîşên ku li Meclîsê dema hevdîtinên qanûna bingehîn êrîşên ku parlamenterên AK Partiyê pêk anîn nîşaneyên pêvajoya referandumê jî dide der.

'ÊN KU 'NA'YÊ RÊXISTIN DIKIN TÊN BINÇAVKIRIN'

Gurkan destnîşan kir ku kesên ku li kolanan kampanyaya "Na" dimeşînin tên binçavkirin, rastî şîdetê tên û dîsa di dema propagandayê de jî wekhevî nebe di vî aliyê de fikarên wan hene qala pratîkên ku di vî warî de derketine kirb Gurkan wiha got: "Yanî AKP û MHP di xebatên xwe de derfetên dewletê bi kar bînin em fikara ku gelo muxalefet bê xebitandin an ya dijîn. Walî û qaymeqam çalakî û bernameyan qedexe dikin. Di vî rewşê de em ê çawa biçin gel û vebêjin. Ev hemû nîşaneyên ku dê pêvajo bi zehmet derbas bibe."

'EM GIRTINA RÊVEBERÊN HDP'Ê QEBÛL NAKIN'

Gurkan got ku hevserok û parlamenterên HDP'ê ku partiya 3'yemîn a Meclîsê ye bi hezaran rêveberên wî jî di girtîgehê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vî aliyê de operasyon zêdetir dibin. Tê fêmkirin ku em ê girtin û binçavkirinên bi vî rengî yên provokatî bêhtir bijîn. Lê nepêkan e ku em vê yekê qebûl bikin. Li hemberî vê yekê her partî û rêxistin di nava xwe de amadekariyan dike."

'NÎŞANEYA 'NA'YÊ YA XURT HEYE'

Gurkan da zanînn ku bi nameya bangawaziyê ya karkeran re starta xebatên "Na" dane û agahiya ku ev qanûna bingehîn dê maf û azadiyan asteng bike dane û wiha pêde çû: "Peywira me ew e ku ev guhertina qanûna bingehîn tê çi wateyê ji gel re vebêjin. Bi agahdarkirinekî rast ve bi gel re hatina cem hev. Hêzên ku dibêjin 'Na' re dem bi dem xebatên hevpar kirin û hêzekî hevpar derxistina holê ye. Heke rewşekî provokatîf nebe di encama referandumê de dê 'Na'yekî girîng derkeve holê. Di civînên ku em bi gel re li dar dixin de nîşenayên vê hene."

'BERPIRSYARIYA ESASÎ PIŞTÎ 'NA' DERKEVE DÊ DEST PÊ BIKE'

Gurkan got ku piştî ku ji sandoqê "Na" derket dê pirsgirêka esasî wê demê dest pê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku em li Tirkiyeke çawa dixwazin bijîn derdikeve holê. Dê peyama ku em naxwazin li Tirkiyeyekî raye ji destetî kom bûye bijîn ji aliyê gel ve bê dayîn. Di vî noqteyê de ji bo xurtkirina têkoşîna demokratîkbûnê dê bibe fersendek. Peywira ku 'Na' yê derxistiye holê dê derkeve holê."

'DIVÊ EM BINGEHEKÎ DIKARIN BIHEVRE BIJÎN ÎNŞA BIKIN'

Gurkan anî ziman ku qanûna bingehîn a heyî demokratîk nîne û wiha berdewam kir: "Sîstemekî siyasî ya ku em antîdemokratîkbûna wî di warê siyasî de rexne dikin hebû. Ev sererastkirina nû dê antîdemokratîkbûnê zêdetir bike û dîktatoriyê înşa bike fikarên me ji bo vê yekê hene. Divê em qanûna esasî ya bihevre dikarin bijîn, amade bikin."

Gurkan prpagandaya îxtidarê ya "Ji bo Tirkiyeyeke xurt Erê" rexne kir û wiha axivî: "Ev îstikrara çi ye? Ma îstikrara pêkûtî, yek zilam û rêveberiya partiyekî ye? Tiştên ku em ji Tirkiyeya xurt fêm dikin cudatir e. Ji bo maf ^^u azadiyan Tirkiyeyekî xurt dibe. Welatekî ku bindest wekhev dijîn dê bibe welatekî xurt. Lê tiştên ku ew ji Tirkiyeya xurt fêm dikin xurtbûna pêkûtî û dîktatoriyê ye."

'PÊVAJOYA REFERANDÛME JI BO GELAN FERSEND E'

Gurkan diyar kir ku pêvajoya referandumê ji bo gelan fersendek e û ji bo pêşxistina têkoşîna demokratîk divê hevparên têkoşîna demokratîk di platformekî de bên cem hev, bihevre tevbigerin. Gukan got ku di serê gelek karker û kedkarên ku deng didin AK Partî û MHP'ê pirs hene û divê xebatekî ku van fikaran bi Tirkiyeyekî demokratîk ve bikin yek bê meşandin.

Gurkan destnîşan kir ku îxtidar li dijî hemû muxalîfan êrîşê pêk tîne, HDP'ê bi "terorê" re tîne cem hev û partiya sêyemîn a vî welatî krîmînalîze dike ev yek yek ji taktîka bingehîn a hikûmetê ye. Gurkan bilêv kir ku hatine CHP û HDP'ê ya li cem hev, îxtidar ji bo xwe wekî pirsgirêka ewlehiyê dibîne û wiha got: "Ji ber vê yekê jî CHP divê nebêje AKP dê çi bibêje, propagandayakî çawa bimeşînin, li ser me kampanyayekî reşkirinê ya çawa dê bide meşandin nefikire û li ser esasê pêdiviya demokrasî, aştî, azadî, laîqbûnê ya vî welatî siyaseta xwe diyar bike, riyên hatina cem hev bi hêzên cuda re bibîne."

'JI BO AŞTIYÊ BERPIRSYARIYA ME HEYE'

Gurkan herî dawî wiha got: "Pêdiviya vî welatî bi azadiyê heye, demokrasiyê heye, pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye. Di vî mijarê de pêdiviya me hemûyan bi berpirsyariyê heye. Heke referandum neyê qebûlkirin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe."

Seda Taşkin - dihaber