KOBANÊ - Endamê Komîteya Rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur a Demokratîk Ferhat Dêrik, diyar kir ku hevdîtinên Astanayê neserketî bûn û wiha got: "Ji bo çareseriyê pêdivî bi projeyekî heye. Divê destkeftiyên gelên Sûriyeyê esas bên girtin. Divê hemû gelên li wir esas bên girtin."
Endamê Komîteya Rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur a Demokratîk Ferhat Dêrik têkildarî hevdîtinên li paytexta Kazakîstanê Astanayê axivî. Dêrik, diyar kir ku, ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ew ji bo her berpirisyariyê amade ne û got, ji bo çareseriyê divê hêzên herêmî yên projeyên wan ên çareseriyê hene jî esas bên girtin.
'ASTAN BINKONTROLKIRINA KOMA YE'
Dêrik, got ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hemû civînên bên lidarxistin divê li ser esasê çareserkirinê bin û anî ziman ku, hemû civênên bi hedefên cuda dê tu encamê bi xwe re neyinin. Dêrik, anî ziman kue w ji bo çareseriyê amade ne ku bi berpirsiyarî tevbigerin û wiha got: "Divê ji bilî hemû hêzên terorî, hêzên li Sûriyeyê beşadrî civînan bibin. Li Astanayê ev pêk nehat. Bi hevdîtinên Astanayê, Rûsyayê hewl da Tirkiyeyê bêtir têxe bin kontrola xwe. Ev erwş ji ber kontrolkirina hêzên ku ew piştevaniya wan dike bi xwe ye. Di bereke berjewendiyên xwe yê siyasî de, li ser bikaranîna wan tevdigerin."
'TIRKIYE MUXALIFAN KIŞAND ASTANAYÊ'
Dêrik, dest nîşan kir ku komên ji wan re dibêjin komên muxalif li ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê îfalas kiriye beşdarî hevdîtinan bûne û ragihand ku, hewldana ewil a koman ew bû ku ji bo nûnerên pêşnûmya Federalîzma Demokratîka Bakurê Sûriyeyê beşdarî civînê nebin. Dêrik, got naxwazin rewabûna wan pêk bê û wiha axivî: "Mebesta wan a duyemîn jî, ew e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têxên lîsteya terorê. Hemû polîtîkayên ku muxalefetê li civînê dan der, polîtîkayên Tirkiyeyê bûn. Lê ev civîn bi ser neket. Çimkî hêzên sereke yên Sûriyeyê beşdarî wê nebûn."
ÇARESERIYEKE MAYÎNDE DERNAYÊ
Dêrik, diyar kir ku piştî hevdîtinên Astanayê Rûsya ji bo bi hêzên din re hevdîtinê pêk bîne li Moskowê civînek li dar xistiye û wiha axivî: "PYD, MSD û nûnerên rêveberiya xweser ji bo civînê hatin vexwandin. Êdî wan jî qenaeta xwe bi vê aniye. Tenê ne Rûsya, DYA jî êdî bi vî awayî difikire. Dîmeneke din a li Astanayê derket pêş jî, her 3 dijmin Rûsya, Tirkiye û Îran hatin gel hev. Hatina wan a gel hev dibe ku hin tiştên demdemî bi xwe re bînin, lê belê dê rewşeke mayîn de bi xwe re neyîne. Ya li vir derket pêş, ew bû ku her kesî siyaseta xwe derdixist pêş. Wisa dixuyê dê di navbera Tirkiye û Îranê de çareseriyek çênebe."
YÊN XWEDÎ PÊŞNÛMA BIN DÊ ÇARESER BIKIN
Dêrik, li Sûriyeyê ji bo çareserkirineke rasteqîn hin rê jî pêşniyar kirin û got, ev tenê dema hêzên siyasî û leşkerî yên li welat werin gel hev dê bê çareserkirin. Dêrik, anî ziman ku ew pêkhateyên wek DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şamê li derveyî vê dihêlin û wiha domand: "Divê hêzên ku dê bi awyaekî rast nûnertiya Sûriyeyê bikin cih bigirin. Li gel vê, ji bo çareseriyê pêdivî bi pêşnûmayê heye. Divê hemû hêz li dor vê pêşnûmayê amadekariyên xwe bikin. Ne bu mudaxile û polîtîkayên dagirkerî yên hêzên derve, divê destkeftiyên gelên Sûriyeyê esas bên girtin. Divê liw ir hemû gel esas bên girtin."
Nazim Daştan - dîhaber