Hûn nikarin li pêşiya 'Na' bibin asteng

ENQERE - Lijneya Rêveber a Navenda HDP’ê diyar kir ku îtîfaqa Erdogan-AKP-MHP parlamenterên ku xebata referandumê dimeşînin tacîz dike û wiha got: “Dadgeh û îtîfaqa AKP-MHP bi hevre dixebitin.”

Lijneya Rêveber a Navenda HDP’ê diyar, derbarê operasyona binçavkirina parlamenterên HDP’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtin û binçavkirin “bêhiqûqî” ne û ev tişt hatin gotin: “Diyare ku îtîfaqa Erdogan-AKP-MHP bi vê helwesta xwe parlamenterên me yên ku dibêjin ‘Na’ û xebatan didin meşandin bi binçavkirinên bêhiqûqî tacîz dikin.”

Di daxuyaniya ku Dadgeh û îtîfaqa AKP-MHP bi hevre dixebitin hat gotin de ev tişt hatin rêzkirin:

PÊVAJO NE HIQÛQÎ SIYASÎ YE

“Dema berdevkê partiye di binçavan de be daxuyaniya Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş a ‘pêvajoyek hiqûqî heye’ ji bo suc ji ser xwe bavêjin wisa dikin. Pêvajo ne hiqûqî siyasî ye. Destnedayîn li dijî qanûna bingehîn û peymana demokratîk hatiye rakirin. Wekî rehin girtina Hevserok û parlamenterên me yên li girtîgehan li dijî biryarên qanûna bingehîne. Destnedayîn ji bo paşerojê hatine rakirin niha destnedayîna hemû parlamenterên me hene. Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş, vana dizane lê dîsan jî mijarê berovajî dike.

'DÊ TU DAXUYANÎ WAN RIZGAR NEKE’

Binçavkirin û girtin kiryarên hikûmetê ne, berpirsyariya siyasî di deste hikûmetê de ye. Kurtulmuş îro bi gotina ‘biryareka bi heman şêweyî tune ye’ vê rastiyê radixe ber çavan. Biryara bi keyfîne, ji bo tolhildanê ne. Bi keyfî hevserokên û parlamenterên me di girtîgehê de ne û hinek jî tên binçavkirin û berdan. Divê Berdevkê Hikûmetê bizane ku dê tu daxuyanî wan ji sûcê kirine û ji berpirsyariya siyasî rizgar neke. Gotina herî rast a Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş ‘HDP şanseke’ ye. Ji berk u Erdogan û AKP’ê vê rastiya ku gel dibîne dizane dixwaze vî şansî ji holê rake. Hûn nikarin bi gef û şantajan xebatên me yên ji bo referandumê ku gel dê bêje Na asteng bikin.”