Nivîskarên kurd: Tekane hedef divê yekîtî be

STENBOL- Nivîskar Umur Hozatli têkîldarî yekîtiya neteweyî diyar kir ji bo kurd yekîtiya xwe înşa bikin tu şert pêwîst nîne ger ku mirov qala şertekî bike ew jî şerta yekîtî pêkanînê ye. Nivîskar Fuat Onen jî got ku di warê siyasîde divê hedefekî hevpar hebe, ji ber vê yekê jî divê nakokiyên navxweyî bê çareserkirin û yekîtî pêk bê.

Piştî hunermend, siyasetmedar û gelek beşên civakê nivîskarên kurd jî beşdarî nîqaşên ku li ser yekîtiya neteweyî ya kurdan bûn. Nivîskar Fuat Onen ê li gelek malperan quncik nivîsandiye û 2 pirtûkên wî yên bi navê "Ray Raman Bînanîn" û "Jiyan û Helwest" hene û nivîskar Umur Hozatli yê bi fîlma xwe ya Azadiya Winda ve hate naskirin têkîldarî Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nêrînên xwe parve kirin. Onen rewşa cihanê ya niha şiband salên 1914-1918'an û Hozatli jî got ku ji bo kurdan yekîtî pêwîst e.

Onen da zanîn ku cihan ji nû ve hatiye dizaynkirin û wiha berdewam kir: "Ji wê demê ger ku em vegerin îro di 25 salên dawî de di esasê xwe de 3'yemîn Şerê Cihanê diqewime. Lê wekî 3'yemîn Şerê Cihanê nayê binavkirin. Sedema vê yekê ew e ku navenda şer Ewropa nîne. Heke ji sedî yek jî ev şerê li Rojhilata Navîn li Ewropayê bûye wê demê dê wekî 3'yemîn Şerê Cihanê bihata binavkirin."

Onen anî ziman ku di navbera 1914-198'an de rêxistinên wekî Cemiyeta Tealî ya Kurd hebû lê qelsbûn. Onen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê demê wekî terzê eşîran an jî konfederasyonê rêxistinbûnek hebe jî dewleta navendî nebû. Ji ber vê yekê jî kurdan wê demê li çar parçeyan helwestên cuda nîşan dan. Wê demê li Rojhilat tiştek tuneye. Li Bakur û Başûr jî di bin desthilatdariya osmaniyan de bû. Wê demê li Bakur û Başûr kurdên ku otonomî yan alîgiriya osmaniyan an jî serxwebûn dixwestin hebûn. Dema ku mirov ji 1875'an heta 2'yemîn Şerê Cihanê dinêre 175 welat hatin avakirin. Dibe ku cografya yan jî civakîbûna kurdan destur neda ku bibe dewlet. Lê wê demê ji ber ku dewletên desthilatdar di avakirina Kurdistanê de berjewendî nedîtin ji bo vê destur nedan. Ger wê demê yekîtiya kurdan bihata avakirin îro rewş dê cudaba."

'BERNAMEYEKÎ HEVPAR PÊWÎST E'

Onen destnîşan kir ku dema ku mirov şertên niha dinêre pêşketinek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dikarin bibêjin ji bo kurdan avantajên nû hene. Ji dewletên ku li parçeyên Kurdistanê desthilatdariya xwe didomînin Sûriye û Iraq felc bûne. Tirkiye jî ber bi felcbûnê ve diçe. Ev krîz durî Îranê jî nîne. Ger ku dijminê te di nava krîzê de be ev ji bo te avantaj e. Avantaja duyemîn jî têkoşîna rizgariya Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye merhaleyekî girîng. Başûr serxwebûnê nîqaş dike. Li Rojava sînor hatine diyarkirin. Bi Bakur û Rojhilat jî tevgera kurdan di nava gel de di astekî xurt de ne. Ev avantajên girîng in. Lê li vir ya esas ew e ku siyaseta Kurdistanê dê ji bo xwe çi bike armanc. Her parçe di nava xwe de bername çêdike. Divê bernameyekî hevpar bê kirin."

'HEDEFA EWIL YEKÎTÎ YE'

Onen diyar kir ku heke hedefekî hevpar a siyasî nebe dê gelê kurd dîsa bibe amûrê siyaseta desthilatdaran û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê jî ya girîng ew e ku di vî demê de zelalbûna siyaseta Kurdistanê ye û hedefên hevpar diyar kirin e. Divê ji aîdbûnên partiyan zêdetir aîdbûnên gelê kurd bêesasgirtin. Em gelekî nêzîkî serkeftinê ne. Ji ber vê yekê jî divê em nanokiyên xwe yên hundir çaraser bikin û bibin yek."

'TEK ŞERT YEKÎTÎ YE'

Umur Hozatli jî anî ziman ku kurd di esasê xwe de dema ku artêşên îslamê cografyaya Kurdistanê dagir kir, dest pê kir û nirxandina "Kurd bi sedan salan in parçe ne. Di jiyana wan de hem bandora îsalam olî hem jî jî îdeolojiya îslamê heye" kir.

Hozatli di berdewamê de wiha axivî: "Ji bo ku kurd yekîtiya xwe înşa bikin, formula hevrejiyanê pêş bixin şert pêwîst nîne ger ku em qala şertekî bikin ew şert jî tenê şerta yekîtiyê ye. Hêza ku vî şertê bi cih bînin jî hêzên siyasî yên kurd, partiyên kurd in. Bi vî re roleke mezin dikeve li ser milên rewşenbîrên kurd. Rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê divê di vî mijarê de bikevin nava hewldanekî dîrokî. Dikarin di çareserkirina pirsgirêkên partiyên siyasî de rolekî girîng bilîzin. Bi rastî jî derveyî siyasetê di çarçoveya îdeolojiya yekîtiya kurdan de heke yekîtiya rewşenbîran bê avakirin dê pêşiya siyasetê jî vebe. Ji ber ku di partiyên siyasî yên kurdan de kastên hişk ên ku şikandina wan zehmet e heye, rêxistinên kur hene, kom û komikên girêdayîn hêzên dreve hene, komên petro-pere yê xurt bûne hene. Rêxistinên ku rêberên partiyan nikarin derbas bikin hene. Lê heke em bi awayekî şenber biaxivin 4 hêzên siyasî yên ku yekîtiya kurdan ava bikin hene. KCK, PDK, YNK û tevgera Goran."

'ÇIMA NEBÛ BERSIVA YEKÎTIYA NETEWEYÎ'

Hozatli nameya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi sernavê "Yekîtiya neteweyî pêk bîne" ji Serokê Hêrema Kurdistanê Mesut Barzanî re şandiye bi bîr xist û pirsa çima ev bangawazî bi cih nehat kir.

Hozatli destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî di qada huner, çand, wêje, ziman, sînema, şano û aboriyê de bi pêşxistina yekîtiyê dikare pêk bê û nirxandina "ango heke di bingeha civakê de ruhê yekîtiya neteweyî pêk bê aliyê siyasî dê rehetir bibe. Peywira entelektuelên çar parçeyên Kurdistanê ev e."

'DIVÊ JI DÎROKÊ DERS BÊ DERXISTIN'

Hozatli bal kişand li ser peymana Sykes-Picotê jî got ku divê ji dîrokê derb bêderxistin û li ser vê dersê bi samîmî rûniştina maseyê pêk bê. Hozat got ku bandora ceribandina konferansa yekîtiya neteweyî li ser gel erênî bûye û ev yek bixwe dîtiye û wiha pêde çû: "Bawer bikin ev kar ne li ser rêxistinên siyasî li ser gel bê meşandin wekî ku di 2014'an de êrîşên DAIŞ'ê pêk hat yekîtiya gerîla û peşmerge pêk hat wekî wê demê yekîtiya neteweyî dikare bi rehetî pêk bê. Ji ber ku gel vê yekê dixwaze."

Hozatli destnîşan kir ku têkîliya wî bi Başûr û Bakur re çêbûye û wiha berdewam kir: "Eniya sînor a Kerkukê ya başûr, Mexmûr, Rabîa, Zummar, Şengalê di şerên hatin kirin de serkeftin bi dest xistin li hemberî DAIŞ'ê sekinandin encama vî yekîtiyê yê. Min hêvî û heyecana gel a wê demê ji nêz ve dît. Dema ku gerîla diçû eniyên sînor ên rojava û başûr, dema ku ji başûrê Kurdistanê derbas dibûn heyecan û coşa gel çawa ku xemginiya şehadetan li pey xwe dihîşt, gel heyecan û xemgînî bihevre jiyan dikir ev wateya herî kur a yekîtiyê bû. Ger ku wê demê peşmerge û gerîla bihevre şer nekiribana dê Hewlêr biketa. Mînakî bi vî rengî germ hê heye ligel vê yekê jî kesên ku nîqaşên yekîtiyê dikin mijara nîqaşên xira dikin hebin jî bila ji nasnameya qewmê şerm bike."

Hozatli destnîşan kir ku gelê kurd wekî berê qels nîne, di warê leşkerî, aborî, siyasî, dîpolamasî, çandî de xurt bûye û wiha axivî: "Bi vî re bi taybetî jî ronesansa civakî ya ku PKK'ê li Bakur pêk aniyê li parçeyên din jî bandora xwe nîşan daye. Li aliyê din bi taybetî li Başûr daxwaza ji fedolîteyê derketinê heye. Gelê kurd ên li cihanê vebûne hene. Ger ku saziyên siyasetê ji bandorên hundir û derve, ji pêkûtiya petro-pere xwe rizgar bikin ji bo gel siyasetekî samîmî pêk bînin li pêşiya yekîtiyê tu astengî tuneye. Gel ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd amade ye." Hozatli anî ziman ku piştre peywira esasî dikeve li ser milê saziyên siyasetê û rewşenbîran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê rewşenbîr li ser saziyên siyasetê pêkûtiyê bikin. Ger ku wekî berpirsyar em peywira xwe bi cih bînin em ê bi ser kevin. Heke ev bi ser keve wekî sîsmetekî xwe dispêre dewletê na, wekî hêzekî xwe dispêre gel li Rojhilata Navîn û cihanê bandora kurdan dikare pêk bê. Kurd dê bibin otorîteya aştî û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn."

Sadiye Eser / Sadik Topaloglu - dîhaber