Pilz: Mussolini jî gotibû 'Îtalya rojên herî azad dijî'

STENBOL - Parlamenterê Avusturyayê Peter Pilz gotina Serokomar Tayyîp Erdogan a "Tirkiye di salên dawî de, tu demê qet evqas azad, aram û rehet nebûbû" nirxand û wiha got: "Li Îtalyayê Mussolînî jî gotibû "îtalya rojên herî azad dijî."

Parlamenterên Avusturyayê yên ji bo Asambleya Parlamenteran a NATO (NATOPA) li Tirkiyeyê ne geşedanên di demên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin ji bo dîhaberê nirxandin.

Ji parlamenterên Osterreichische Volkspartei (OVP) Reinhold Lopatka, diyar kir ku li Tirkiyeyê girtina parlamenteran tiştekî gelek xemgîn e. Lopatka bal kişand li ser destnedayînên azadiya îfadekirinê ya siyasetmedaran û wiha berdewam kir: "Heke destnedayîn bên rakirin dê siyaset neyê kirin, divê ev bê îfadekirin. Bi taybetî jî divê navên muxalîf li parlamentoyê bên temsîlkirin. Ger ne wisa be mirov nikare qala xebatên asayî yên parlamentoyê bike. Hêvîdar im hempîşeyên min parlamenterên HDP'ê di demeke kin de bên berdan."

'ERDOGAN DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ TUNE DIKE'

Endamê Partiya Keskan Peter Pilz jî difikire ku Serokomar Tayyîp Erdogan demokrasiya Tirkiyeyê tune dike. Pilz ev nêrîna xwe jî bi mînaka girtina parlamenterên HDP'ê anî ziman. Pilz gotinên Erdogan ên ku di 11'ê mijdarê de di kanala El Cezîre ya ku navenda wî li Qatarê ye yên wekî "li welatê min kî çawa dixwaze diaxive, li gorî baweriya xwe dijî, çawa dixwaze wisa li xwe dike, li gorî daxwaza xwe dixwe, vedixwe. Mu tiştek qedexe nekir. Tirkiye nebûye welatê qedexeyan. Ez 14 salan li aliyekî dihêlim di salên dawî de Tirkiye di salên dawî, tu demê qet evqas azad, aram û rehet nebûbû" bi kar anî bû nirxand û wiha got: "Me berê jî ev gotin bihîstibû. Li Îtalyayê Mussolînî jî gotina "îtalya rojên herî azad dijî."

'ERDOGAN XETA SOR DERBAS KIRIYE'

Ji parlamenterên Freiheitliche Partei Osterreichs (FPO) Hubert Fuchs jî diyar kir ku girtina parlamenterên HDP'ê nayê qebûlkirin û girtina parlamenteran û binpekirin bi Erdoganv e têkîldar e û wiha axivî: "Jixwe Edogan berê jî gelek caran xeta sor derbas kiriye. Lê niha xetekî sor a gelekî girîng derbas kiriye.

'DIVE MUEYÎDEYÊN LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BÊN AXAFTIN'

Fuchs diyar kir ku di asta parlamentoyê de xebatên wan hene û wiha got: "Jixwe me hefteya borî li parlamentoya Avusturyayê ji bo parlamenterên HDP'ê daxwazname ji bo îmzeyê vekir. Hemû partiyên di parlamentoyê de ev îmze kirin. Yekîm parlamentoya ku bi vî rengî hemû parlamenteran daxwazname îmze kirine parlamentoya Avusturyayê ye."

Fuchs anî ziman ku Ewropa li hemberî pêkûtî û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bêdeng dimîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rexneyên di vî warî de mafdar in. Ewropa divê li pişt perdeyê nemîne û bi awayekî aktîf rol bigire. Em wekî Avusturya rolekî girîng dilîzin. Xebatên me dê di asta dîplomatîk û parlamentoyê de bidome. Divê mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê bên axaftin."