Bîlgen: Dixwazin bi fîîlî xebatên me rawestînin

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî binçavkirina parlamenterên HDP'ê diyar kir ku di vê pêvajoya referandumê de dixwazin bi awayekî fîîlî xebatên wan rawestînin û wan bê bandor bihêlin.

Piştî destnedayîna parlamenterên HDP'ê hat rakirin heta niha Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî dinavde 27 parlamenter hatin binçavkirin û jê 11 parlamenter hatin girtin. Bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ku di 29'ê Çile de hat binçavkirin û serbest hat berdan zextên binçavkirin û girtinê yên li diji HDP'ê nirxand.

Ji tîrmeha 2015’an heta niha li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê 9 hezar û 200 endam û rêveberên wan hatin binçavkirin. Heta niha 2 hezar û 902 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin bi piranî hevserokên Rêxistinên bajar û navçeyan in.

DI 3 MEHAN DE 27 PARLAMENTERÊN HDP'Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî destnedayîna parlamenteran hat rakirin di 4'ê Mijdara 2016'an de Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di navde 27 parlamenter hatin binçavkirin. Hevserokên HDP'ê jî di navde 11 parlamenter hatin girtin. Bi taybetî piştî meclîsê pêşniyara AKP'ê û MHP'ê erê kir li dijî parlamenterên HDP'ê operasyona binçavkirine dest pê kir. Di hefteyek dawî de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen jî di navde 9 parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin û serbest hatin berdan. Parlamenterên hatin berdan jî bi şertê kontrol hatin berdan.

DI 6 MEHÊN DAWÎ DE 5 HEZAR BINÇAV Û HEZAR Û 500 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di operasonên 6 mehên dawî yên li dijî HDP û DBP'ê de li gorî Yekineya Agahiyan a HDP'ê 4 hezar û 966 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin jê Hezar û 478 kes hatin girtin. Di nava wan de 11 parlamenterên HDP'ê hatin girtin. Ji Tîrmehê heta niha 35 Hevserokên HDP'ê, 97 hevserokên navçeyan, hatin girtin. Hêj 26 hevserokên bajaran, 82 hevserokên navçeyan, Hevserokê bajarokekê, 3 endamên MYK, 4 endamên Meclisa Partiyê, û 750 endam û rêveberên bajar û navçeyan girtî ne. Kesên hatin girtin û berdan jî bi şertê kontrola edli hatin berdan.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ku di 29'ê Çile de li Enqere hat binçavkirin û anîn Amedê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ku di 29'ê Çile de hat binçavkirin û serbest hat berdan zextên binçavkirin û girtinê yên li diji HDP'ê nirxand. Bîlgen, diyar kir ku di vê pêvajoye de dixwazin wan bê tesîr bikin.

Bilgen, destnîşan kir ku li gel ew qas zext û astengiyan partiya wan hêj li ser piyan e û çalak xebatên xwe berdewam dike û wiha got: “Sedema ku HDP li gel van zext û zordariyan li ser piyan e ji ber ku siyaseta şexsî nake. HDP ji bo gel xwedî îdîayek e. HDP, partiya gel e û gel li partiya xwe xwedî derdikeve. Dê heta dawî li partiya xwe xwedî jî derkeve. Ev ezmûna demokrasiyê ye. Bê guman di vê pêvajoya ku hilbijartiyên gel bên girtin û ji ber astengiyan nikaribin bixebitin, gel dê li şûna hilbijartiyan xebatên referandumê bimeşîne. Gel xebatên hilbijêrên xwe li erdê nahêle. Dê betir lê xwedî derkevin û xebatên referandumê bimeşînin."

'NE BI XÊRA XWE BERDIDIN'

Bîlgen, destnîşan kir ku girtina endam, rêveber û wekîlên wan a di vê pêvajoya referandumê de perçeyekê kampanya "Erê" ye û wiha got: "Di vê pêvajoyê de dixwazin HDP'ê bê tesîr bikin. Bi van girtin û binçavkirinan dixwaze vîna me bişkîne. Binçav dikin û serbest berdidin. Wekî litûfekê û qenciyekê dikin minet. Dixwazin bi awayekî fîîlî xebatên me rawestînin. Çi dibe bila bile berdana me û hevalên me ne lutuf e. Di kijan astê de êrîş pêk tên bila pêk bên, têkoşîna me ya mafdar dê berdewam bike.