Karakaşê CHP’î: Nekevin feqa îktîdarê

ENQERE - Niqaşên li ser Referandumê û der barê "Na" û "Êrê" roj bi roj kûr dibin. Beriya referandumê Eniya "Na" û Eniya "Erê" roj bi roj zelal dibin. Parlamenterê berê yê CHP'ê Ercan Karakaş, xwest kes nekeve kemîna partiya îktîdarê.

Piştî pêşniyara guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn bi dengê AKP û MHP hat erêkirin û di meclîsê re derbas bû, çavê her kesî zîvirî ser referandumê. Her çend Serokomar Tayyip Erdogan heta niha daye rawestandin jî berê gotibû çi pêşnûma di meclîsê re derbas bibe û bê ber destê wî ew dê erê bike û bişîne referandumê. AK Partî û MHP’ê ji niha de dest bi rêxistinkirina eniya "êrê" kirin. Eniya "Na" jî bi awayekî xwezayî pêş dikeve. Ji niha de niqaşên "Erê" û "Na" bûn rojeva sereke û ev rojev her ku diçe belav dibe û kûr dibe. Beriya referandumê CHP û HDP'ê helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew li dijî vê pergala serokdewletî û guhertina van xalên Qanûna Bîngehîn in AKP, MHP û Qesra Sipî jî bûn yek enî û dest bi rêxistinkirina "Êrê" dikin.

Têkildarî referandumê Wezîrê Çandê yê berê yê CHP'î Ercan Karakaş, bal kişand ser pêvajoyê. Karakaş ku du serdema wezîrtî kiribû û 10 salan di nava Partiya Demokrat a Sosyal a Alman de cih girtibû. demekê Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê bû. Karakaş, bal kişand ser polîtîkayên îktîdare û wiha got: "Îktîdar nakokiyên nava civakê kûr dike. Eniyan ji hev dûr dixe û tîne hemberî hev. Reng û baweriyên cuda dike du enî û li hemberî hev sor dike. Dike dijminê hev. Divê hêza muxalif teqez neyê lîstîka pergala îktîdarê. Ev guhertina îktîdarê qet nayê parastin. Em dibînin ku pergala yek mirov a li DYA rê li pêş çi vedike. Ji niha de her kesî wekî dijmine xwe dibîne. Divê hemû hêz, enî û rêxistinên muxlaf hişyar tev bigerin.

Karakaş, li ser xebata "Na" rawestiya û wiha got: "Gelek beşên cuda dê di vê referandumê de bêjin "Na". Ji ber ku Rejîma tê ferzkirin pergala yek mirovî ye. Ji ber vê yekê piraniya beşa civakê li dijî vê pergala yek pirovî ye û dibêjin "Na" Di vê pêvajoyê de şêwirmendiyek xwezayî ya muxalifan pêş dikeve. Divê saziyên civakî hemû kes û beşên cuda yên civakê ku dibêjin "Na wan tevan bîne cem hev û koordîne bike. Divê xebatên Eniya "Na" ne belav bûyî be. Ger ku hemû beşên civakê yên dibêjin "Na" bi rêxistin, koordine û şêwirmendiyê bi xebitin dê hêzek mezin derkeve. Em dê biçin hunermend, sendîkvan, niviskar û hemû beşên civakê. CHP, HDP, Saadet Partî, partiyên çep û sosyalîst divê xwe li hemû beşa civakê belav bike. Em bawer dikin ku HDP dê di vê pêvajoyê de pir bi bandor be.

ENCAM DÊ BI XÊR BE.

Karakaş, destnişan kir ku ew bawer dike ku dê encam "Na" be û bi xêr be û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hêza dibêje "Erê" dê derfetên dewletê bide pişta xwe. Divê em destûr nedin vê yekê. Ev merseleyek jiyani ye. Hemû kesên edalet, wekkevî, demokrasî û azadiyê dixwaze divê li hemberî pergala yek mirovî derkevin. Divê hemû beşên dibêjn "Na" pişti Na derket li hev kom bibin û bi hevre demokrasiyê xurt bikin. Divê hemû pirsgirêkên heyî bi riya demokratîk çaraser bikin. Divê em bi hevre pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û aştiyê çareser bikin. "