Heyeta PES'ê ji bo Demîrtaş bibîne derket rê

EDÎRNE - Heyeta PES'ê ji bo ku bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî ye re hevdîtinê pêk bîne ber bi Edîrneyê derket rê.

Heyeta bi serokatiya, Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) ji bo Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye bibînin ber bi Edîrneyê ve derketin rê. Heyeta ku parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PE) di nav de ne li bendê ye ku Demîrtaş bibînin. Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy û Garo Paylan jî bi heyetê re ne.

Serokê Giştî yê PES'ê Sergey Stanişev jî di asetên nîvro de ji Bulgarîstanê derbasî Tirkiyeyê bibe.