Akademîsyenên ewropî: Heke kurd nebin yek dê her tiştên xwe winda bikin

ENQERE - Hîndekarê Enstîtuya Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Viyanayê Antropolog Thomas Schmidinger, polîtîkayên Tirkiyeyê yên Rojavayê wek "Endezyariya demokrafîk" nirxandin û da kurd ji aliyên dewletên serdest li dijî hev neyên bikaranîn wiha hişyar kir: "Heke kurd nebin yek, dê her tiştê xwe winda bikin."

Nivîskarê pirtûka "Li Kurdistana Sûriyeyê Şer û Şoreş: Ji Rojavayê Deng û Analîz" a di sala 2014'an de hat çapkirin û Hîndekarê Enstîtuya Zanista Siyasetm a Zanîngeha Viyanayê Antropolog Thomas Schmidinger, têkildarî geşedanên li Rojavayê axivî. Schmidinger, ê ji bo xebatên çandî cara ewil di 1999'an de çû Rojavayê, paşê ji bo hin geştên cur bi cur gelek caran çû Rojavayê.

Schmidinger, ê ji ber pirtûka xwe "Xelata Rojnamegeriya Kurdî ya Mazlûm Bagok" wergirt, herî dawî Îlona sala çûyîn dubare çû Rojavayê. Schmidinger, geşedan û qewimînin li Rojavayê ji dîhaberê re axivî û bi taybetî jî der barê hevdîtinên Astanayê, meseleya herêma ewle, tifaqa di navbera kurdan de nêrînên xwe gotin.

'DIJMINÊ KURDAN DAIŞ E'

Schmidinger, anî ziman ku berî kanton bên îlankirin hin herêmên Rojavayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, lê belê dema ew sala çûyîn çûye Rojavayê dîtiye ku gelek guheriye û wiha domand: "Herî dawî di Îlona 2016'an de li Rojavayê bûm û rewş pir guherî bû. Bi awayekî aşkere min dît ku PYD hemû Rojavayê xistiye bin konrola xwe û rastî guherîneke girîng hatim ku ji Esad bêtir DAIŞ dijminê kurda ye."

‘KURDAN PERGALA XWE AVA KIRIYE'

Schmidinger, anî ziman ku li gor sala 2014'an, sala çûyîn dibistanên li Rojavayê ketin bin venêrîna kurdan û zimanê perwerdehiyê bi kurdî ye û got, li temamiya Rojavayê pir bandora rejîmê nemaye. Schmidinger, geşedanên li Rojavayê wiha vegot: "Kurdan rejîmeke defacto ava kirin. Kurdan hin saziyên wek ên dewletan çêkirin. Her çi qas hîn jî perçeyeke Sûriyeyê bin jî, di asasê xwe de xaka Rojavayê kontrol dikin û rêveberiya xwe ava kirine. Ev di gelek warî de tê wateya şoreşê. Li dijî DAIŞ'ê xaka xwe parastin. Û her wiha gelek gelên din jî daxilî rêveberiyê kirin. Mînak, gelek asûrî daxilî rêveberiyê kirin. Gelek eşîretên ereban daxilî rêveberiyê kirin. Hin kurdên nêzî rêvebriya Başûr jî ji ber serkeftinên YPG yên li dijî DAIŞ'ê rêveberiya heyî baş dibînin û piştevaniya wê dikin."

‘POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ YA DER BARÊ ROJAVAYÊ DE NE SERKETÎ YE'

Schmidinger, astengkirina beşdarbûyîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo beşdarbûyîna civîna li Astanayê bi polîtîkaya Tirkiyeyê ve girêda û anî ziman ku dê ev ji bo wadeyeke dirêj bi kêrî tiştekî neyê. Schmidinger wiha domand: "Tirkiye di warê negihaştina kantona Efrîn û Kobaniyê de bi ser ket û ev ji bo Rojavayê pirgirêkeke mezin e. Lê belê, Tirkiye li qada navntewî nikaribû Rojavayê îzole bike. Hewl dan, lê nebeşdarbûyîna QSD'ê ya ji bo civîna Astanayê, pirgirêkeke cidî ye. Çimkî, her civîna ku QSD beşdarî wê nebe dê Sûriye nikaribe bi ser keve. Divê ew teqez beşdarî civînên wisa bibin."

'TIRKIYE ENDEZYARIYA DEMOKRAFÎK DIKE'

Schmidinger, hewldana Tirkiyeyê ya Cerablûs û Ezaz ê jî wek "endezyariya demografîk" pênase kir û wiha axivî: "Tirkiye tirkmenên sunî ji Iraq û bi taybetî jî ji Telaferê tîne vir. Li vir avahiyeke kûklayî çêdike û dixwaze gihandina kantonan asteng bike." Schmidinger, dest nîşan kir ku li hemberî vê kurd jî di çûn û hatina Şêx Meqsûd û Efrînê de ji neçarî xakên rejîmê bi kar tînin. Schmidinger, got hemû hewldana Tirkiyeyê ew e ku hêzên li Rojavayê têxe lîsteya terorê û wiha domand: "Tirkiye vê dike, lê belê dê ev tişt bi ser nekeve. PYD, YPG û YPJ li Ewropayê di nav çepgiran, demokratên civakî, lîberal û muhafezzekaran de hîn jî zaf populer e."

Schmidinger, balê kişand ser polîtîkayên Tirkiye, Îran û Iraqê yên der barê kurdan û anî ziman ku, stratejiya dabeşkirina kurdan a Tirkiyeyê ne stratejiyeke suprîz e. Schmidinger wiha domand: "Dema hûn li dîroka kurdan dinihêrin, her dewlet kurdan wek kurdên baş û nebaş cihê kirine. Îran, Iraq û Tirkiye kurdên nebaş çewisandine û piştevaniya yên baş kirine. Îran, kurdên xwe dikuje, piştevaniya kurdên li Iraqê yên li dijî Iraqê jî dike. Niha Tirkiye, nêzî Mesûd Barzanî ye. Bi awyaekî cuda nêzî tevgera Goran û kurdên din dibe. Ji ber vê hewldanên dabeşkirina kurdan a Tirkiyeyê ne tiştekî suprîz e."

'HEKE NEBIN YEK DIBE KU HER TIŞTÎ WINDA BIKIN'

Schmidinger, meseleya yekîtiya netewî ya kurdan jî nirxand û wiha got:

“Kurd, ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve, niha serdema xwe ya herî hêzdar dijîn, lê belê hîn jî ne li dijî dijminên derve lê di nav xwe de hîn jî lawaz in. Kurd li dijî kurda ne. Û ev tê wateya ku hîn jî yelîkîtî dûrî wan e. Dabeşkerinên cidî di nav wan de hene û Tirkiye partiyeke kurdan li dijî partiyeke din bi kar tîne. Şam jî dikare vê bike û ev rewşeke zaf xetere ye. EV rewş bi taybetî ji bo kurdên Sûriyeyê meseleyeke zaf girîng e. Heke kurd ji bo yekîtiyê tênekoşin û hay ji asta tê de ne nebin, dube ku dubare her tiştî winda bikin. Divê hemû hêlên kurdan li hev bikin."

Selami Aslan - dîhaber