Rojeva MGK'ê ya naguhere: Rojava

ENQERE - "Fikar û acizbûna li hemberî Rojava" ji 2012'an heta niha mijara sereke ya civînên MGK'ê ye. Komên kurd ên ku gelek caran vedixwînin Enqereyê piştî civîna MGK'ê ya 21'ê Cotmeha 2015'an wekî "rêxistina terorê" bê pênasekirin jî di qada navneteweyî de nehat qebûlkirin.

Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) duh bi serokatiya Serokomar Tayyîp Erdogan hatibû lidarxistin û encamnemaye civînê hate aşkerakirin. Çend salên dawî ne di civînên MGK'ê re rojeva sereka ya nayê guhertin nirxandinên têkîldarî Rojava ye. Di civîna ku 8 saetan berdewam kir de hate hînbûn ku dirêjkirina OHAL'ê jî hatiye nîqaşkirin. Dî di civîna ku hate hînbûn pirsgirêka referandumê jî hatiye nîqaşkirin de bi esasî Rojava hatiye nîqaşkirin.

Di endavamnameyê de hate gotin ku "bûyerên terorê" yên di 2016'an de hatine nirxandin û wiha hate gotin: "Êrîşên li Kayserî, Îzmîr û Stenbolê û sûîqasta li dijî sefîrê Rûsyayê Karlov bi berfirehî hatine nîqaşkirin."

Di encamnameyê de mijara Rojava wiha cih girt: "Hatiye gotin ku muxatab girtina rêxistinên terorê alîkariya çekan dayîna wan ji bo xurbûna terorê û belavbûnê bingehê ava dike. Ji bo parastina agirbesta li Sûriyeyê û xurtkirina wî, civîna AStanayê bi berfirehê hatiye destgirtin ji bo pêvajoya siyasî rê bê vekirin hewldan û berpirsyariyên mirovî dê berdewam bike."

Di civînê de pirsgirêka Rojava ya ku wekî rojava sereke tê nîqaşkirin ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û roja ku kurdan rêxistinbûna xwe ava kirine hate niha ji aliyê MGK a ku organa herî bi raye ya siyasî û leşkerî ya dewletê ye dibe rojava esasî.

28'Ê TEBAX - 19'Ê COTMEH- 26'Ê KANÛNA 2012'AN

Ewil di civîna MGK'ê ya 28'ê tebaxa MGK'ê de Rojava di encamnameyê de wiha cih girt: "Divê li Sûriyeyê valatiya otorîteyê neyê îstismarkirin." Ev wekî acizbûna li hemberî kurdan a li herêmên xwe rêxistinbûna xwe di qeydan de cih girti. Heman salê di civînên 19'ê cotmehê û 26'ê kanûnê de jî bi îfadeyên dişibin hev cih girt.

29'Ê HEZİRANA 2015'AN

Li hemberî rêxistinbûna kurdan acizbûna herî vekirî jî di divîna MGK ya 29'ê Hezîrina 2015'an de hate aşkerakirin û wiha hat gotin: "Li herêmê (Sûriye) êrîşên terorê yên gelê sivîl dike hedef ve hewldana guhertina demografyaya herêmê fikar hatine ziman."

21'Ê COTMEHA 2015'AN

Di civîna MGK'ê 21'ê cotmeha 2015'an de jî li hemberî rêxistinên kurd ên li Rojava biryara "li qada navneteweyî wekî rêxistinên terorê bên qebûlkirin ji bo vê xebat bên meşandin" hate girtin. Ev di heman demê de li hemberî dijberiya Rojava îfadeyên herî vekirîbû. Di encamnameyê de dihat gotin ku divê PYD-YPG di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de cih negirin.

24'Ê ADARA 2016'AN

Di civîna MGK'ê ya 24'ê adara 2016'an de hewldana astengkirina rêxistinên kurdan a di hevdîtinên çareseriya Sûriyeyê de wiha hate fermîkirin: "Di muzakereyên Sûriyeyê de komên terorîst ji bo rewa neyên dîtin, komên ku nerea ne tasarufên wan ên yek alî tu caran derbasdar nebin, ji bo vê yekê bibîryarbûna me hatiye nîşandan."