AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar ku AK Partî û MHP'ê li ser "dijminatiya kurdan" li hev kirine û wiha got: "Na, dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê derî veke. Em ji bo vî 'Na' Yê rêxistin bikin bi şev û roj bixebitin."
Bi deklerasyona ku KCD, HDK, TJA, DBP û HDP'ê bi slogana "Emu bi ruhê Newrozê di demokrasiyê de li ber xwe bidin, bi 'Na'yê dîkatoriyê rawestînin" starta xebatên referandumê hate destpêkiri, nexşerê hate diyarkirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkîldarî deklerasyon û referandumê nêrînên xwe parve kir.
'PIŞTÎ DARBEYÊ QANÛNÊN BINGEHÎN DEMOKRASÎ NEANÎ'
Koçyîgît anî ziman ku deklerasyon tehlîla Tirkiyeyê ye bi bîr xist ku bi OHAL'ê çûyîne referandumê nedemokratîk e. Koçyîgît da zamîn ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya qanûna bingehîn a demokratîk heye û wiha axivî: "Jixwe hemû pêvajoyên çêkirina qanûnên bingehîn ên Tirkiyeyê çi heyf e ku wisa bûne û hemû qanûnên bingehîn piştî darbeyan hatine çêkirin. Piştî darbeyan ev qanûnên bingehîn ên ku hatine çêkirin ji bo demokrasiyê tiştek nekiriye. Pêwîstî bi qanûna bingehîn heye lê ev rêbaz bi pirsgirêk e û qanûna bingehîn a ku bi vî rêbazê hatiye re tu caran nabêjin 'erê' helwesta me bi awayekî zelal 'Na' ye û me ev aşkera kir."
'QANÛNA BINGEHÎN DIJMINATIYA KURDAN E'
Koçyîgît pirsa "Kî vî qanûna bingehîn ji me re tîne" kir got ku ev bi tifaqa MHP û AK Partiyê ve tê referandumê û wiha berdewam kir: "Em bi awayekî zelal dibînin ku li ser dijminatiya kurdan, tasfiyekirina kurdan, tasefiyekirina hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê proje hene. Ango ew sîstema tekperest, mîlîtarîst, sîstema desthilatdar a zilam, sîstema zayendperest bi şeklekî îslamî dixwaze bi projeyê xwe sed salên din jî ferz bike."
'QANÛNA BINGEHÎN FERZKIRINA KONSEPTA ÎMHAYÊ YE'
Koçyîgît bal kişand li ser rewşa şer a li herêmê jî û wiha pêde çû: "Ji 7'ê Hezîranê heta niha AKP û bi wî re MHP a ti tifaq pêk aniye dîsa şerê li herêmê, şewitandina bajaran, polîtîkayên koçberikirina gelê kurd demaku mirov tîne ber hev ev yek nîşan dide ku pêkanîna ku tê xwestin bînin çi ye bi awayeke zelal tê dîtin. Ferzkirina konsepta îmhayê ye."
'JI BA SÎSTEMA SEROKDEWLETIYÊ WELAT DIBIN BER KENDAL'
Koçyîgît diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûna bingehîn a demokratîk heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku deng dane AKP'ê jî di nav de tu beşên civakê yên ku vî qanûna bingehîn wekî pediviyekî dibînin tuneye. Rojeva vî welatî çi ye? Pirsgirêka kurd e, şer e, pirsgirêka aboriyê ya debarê ye. Di dema OHAL'ê de çêkirina qanûna bingehîn rastî bertekan tê. Yanî vî welatî ji bo sîstema serokdewletiyê, ji bo xilaskirina xwe welat ber kendal ve dibin li hemberî vê yekê nerazîbûnên civakê zêdetir dibe."
'DÊ BI NA AKP DÊ JI DÎROKA SIYASÎ TUNE BIBE'
Koçyîgît anî ziman ku di referandûmê de derketina "Erê" dê rewa nebe û wiha pêde çû: "Bi sed hezaran mirov bi KHK'an ve betal hatin hiştin, di vî rewşa OHAL'ê de çûna referandumê û li vir jî derxistina 'Erê' rewa nîne. Em ê qanûna bingehîn a bi 'Erê' bê nas nakin. Qanûna bingehîn a ku ji wir derkeve dê nebe qanûna bingehîn a me." Koçyîgît got ku ger di referandumê de "Na" derkeve dê AK Partî ji dîrokî siyasî ya vî welatî tune bibe û wiha axivî: "Ger ku 'Na' derkeve dê Tirkiye ji bo aştî û demokrasiyê derî veke. Ji bo pirsgirêka kurd, ji bo pirsgirêka elewiyan, ji bo pirsgirêka jinan ev hemû bên çareserkirin derê bê vekirin. Ji bo amadekirina qanûna bingehîn a demokratîk şansek bê bidestxistin."
'NA YA ME DÊ JI BO DEMOKRASIYÊ DERÎ VEKE'
Koçyîgît destnîşan kir ku bi encamên sandoqan ve AK Partî têk biçe û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Ji qanûna bingehîn re 'Erê' gotin dê bê wateya ji OHAL'ê re, qatlîamên li dijî jinan re, berdewama krîza heyî re 'Erê' ye. Em dibêjin 'Na'. 'Na' ya me 'Na ya pêşeroja welat vedike. 'Na'yekî ji demokrasiyê re dê rê veke. Ji bo vî 'Na' yê em rêxistin bikin em ê bi şev û roj bixebitin."