‘Bila di referandumê de li Nisêbînê binêrin û deng bi kar bînin’

MÊRDÎN - Welatiyên Nisêbînê yên ku di dema qedexeyan de 6 taxên wan hatin hilweşandin dê di referandumê de ji guhertina qanûna bingehîn re bêjin “Na”. Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Ozalp diyar kir ku ji ber tiştên hatine jiyîn ew AK Partiyê sûcdar dikin û wiha got: “Bila gelê kurd li Nisêbîn, Dêrik û Cizîrê binêrin û wiha biryara xwe bidin.”

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku bi navê “Nisêbîna Rengîn” tê nasîn, di dema 7 carên îlankirina qedexeya dervede 6 tax hatin hilweşandin. Li bajar ku ji 25’ê Tîrmeha 2160’an ve li hinek cihan qedexe hatiye rakirin, di ketina û derketina bajar de nokteyên polîsan û alên mezin hatine hilawîstin û li hundir jî têlên ku bajar dike du beş hene. Ji bo welatiyên ku têlên hatine kişandin ji kişana telan a di navbera wan û Qamişloyê de nas dikin, têlên ku niha destûr nadin ku welatî bikevin malên xwe rewşê biêştir dike.
Li bajar hilweşandina malan didome û li pêş çavê welatiyan kamyonên ku xurekan dibin derbas dibin. Li bajar ligel nîqaş li ser hilweşîna tê kirin nîqaşên rojeva sereke ya Tirkiyeyê referandumê jî tê meşandin. Di her nîqaşên ku tên kirin de welatî dibêjin ji bo rewşa heyî berdewam neke ew ê bêjin “Na” û rewşa bajar wekî sedem nîşan dide.

ÊŞÊN NEDÎTINE NEMANE

Dayîka bi navê Hediye Ozalp (70) ku jiyana wê din ava koçberiyê de derbas bûye diyar kir ku ew ji gundê xwê Cizîrê koçberî Nisêbînê bûne û êşên nedîtine nemane. Ozalp da zanîn ku di dema qedexeyan de zexta ji malen xwe derkevin li wan hatiye kirin û wiha got: “Divê hemû mirovên me bibin yek û bêjin ‘Na’. Em wekî gel nikarin bêjin Erê. Wekî heta roja îro em ê di têkoşîna gelê xwe de cihê xwe bigirîn.” Talat Dogan (26) anî zimab ku ew ê di referandumê de bêjin ‘Na’ û wiha pêde çû: “Em naxwazin qanûn, rêvebirin û dadgeh bikeve deste kesekê. Em jiyanek dîktatorî naxwazin ji ber wê em dibêjin Na.”

‘TIŞTEKÎ KU ERDOGAN NE ANIYE SERÊ ME NEMAYE’

Dayîka bi navê Ayşe Yilmaz ku bi 10 zarokên xwe re di deme qedexeya derve de li bajar ma destnîşan kir ku berpirsyarên tiştên ku wan jiyana kirine Serokomar Recep Tayîp Erdogane û wiha domand: “Tişta dixwazin di referandumê de bidin dengdayînê serokatiya Erdogane. Tiştekî ku Erdogan bi sere ne ne aniye nemaye. Ji ber wê em di referandumê de dibêjin Na.”

NISÊBÎN JI AKP’Ê HÊRS BÛYE

Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Ozalp bi lêv kir ku niha gelek welatiyên bajar li gundên derdor, navçeyan dijîn, malê hezarî welatiyan hatine hilweşandin û wiha got: “Ji ber tiştên hatine jiyîn gel ji AKP’ê hêrs bûye. Dê bikîjan rûyî bên bajar û ki me re bêjin di referandumê de ‘dengê erê’ bikar bînin. Wekî gel em gelek bi hêrsin. Bajar bi hevkariya MHP û Ak Partiyê hatiye hilweşandin. Erdogan û Bahçelî gotin ‘em ê kevir li ser kevir serî li ser laş nehêlin’ ev gotina wan dê zarokên me jî ji bîr nekin. Ji xwe hevkariya AK Partî û MHP’ê tê wateya qirkirina kurdan dibe hemû kes vê baş bizanibe. Li Nisêbînê hêjî mirov nikarin cenzaeyên xwe bigirin. Dîrokî şahidiya zilma li Nisêbînê kiriye. Diçe ku bila bile lê bila nece Nisêbîn, Şirnex, Cizîr û Geverê gelo rûyê wan heye ku li rûyê vî gelî binêrin? Em naxwazin carekdin AKP li vî welatî bibe îktîdar. Ji bo vê emê xebatan bidin meşandin. Kesên ku dixwazin bizanibin ku AKP çi dike bila bên li Nisêbînê binêrin. Em ê di referandumê de bêjin Na. Ji bo denge Na derkeve em ê hertiştî bikin. Bila nebêjin ‘me hemû saziyên wan girtin, destdanîn ser şaredariyan û nikarin bikin’. Ma em ê carekdin bi deste xwe hêz bidin AKP’ê? Da vêcarê jî me bavêje nav agir. Bila gelê kurd li Nisêbîn, Dêrik û Cizîrê binêrin û wiha biryara xwe bidin.”


Dîcle Muftuoglu / Aynur Înedî - dîhaber