AMED - Parlamentera HDP’ê yê Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku ew ê li dijî guhertinên qanûna bingehîn ku bi hevkariya AK Partî û MHP’ê ji meclîsê hat derbaskirin ‘Na’ birêxistin bikin û wiha got: “Gel ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bişikîne dê bêje ‘Na’. Heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin tiştên bên kirin dê kêm bimînin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi hevparê xwe yên siyasî re hatin cem hev, sterata deklarasyona bi dirûşmeya “Em bi rihê Newrozê di demokrasiyê de li berxwe bidin, bi NA’yê me ji dîkatatoriyê re bêjin na” da. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, derbarê xebatên HDP’ê yên di pêvajoya referandumê, helwestan jinan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin. Ocalan, diyar kir ku ger bi hev re li pêşiya pergala ku dixwazin bînin bisekinin dikarin asteng bikin.
Ocalan da zanîn ku li Tirkiyeyê bi hawirdora zextan civak bi çarşefa reş hatiye pêçan û wiha got: “Wekî ku tiştek tune ye atmosfera ku welat di nava keyfxweşiyê de ye tê avakirin. Wekî ku li Tirkiyeyê qetlîam, qedexe û binpêkirin ne hatine jiyîn, niha jî di şert û mercên OHAL’ê de ketina pêvajoya guhertinên qanûna bingehîn na kare mejî ye. Tiştên hatine kirin nayên daqurtîn. Em ê di kîjan aliyê lîstîka ku tê lîstin de cih bigirin. Em ê li aliyê kesên li berxwe didin û têdikoşin cih bigirin. Dixwazin di şertên OHAL’ê de qanûna bingehîn a ku civakê tune dihesibîne derbas bikin. Dixwazin perlaga bi gotina zilamekê ava bikin. Lê emê nîşan bidin ku nikarin vê yekê bikin.”
‘JIN DÊ BÊJIN RAWESTIN’
Ocalan, anî ziman ku di guhertinên qanûna bingehîn de jinan cih ne girtiye û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê qetlîamên jinan û şîdeta li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Di dema OHAL’ê de binpêkirinên mafan ên li dijî jinan gihiştine asta herî jor. Ger hûn gelê elewî, kurd, ermenî, suryanî tune bihesibînin, zimanê wan qedexe bikin, ji hemû mafên demokratîk re bêjin na em ê jî derkevin û ji we re bêjin na. Hûnê dîktatorî û faşîzmek li gorî xwe ava bikin lê kesên ku li dijî wê rawestin jî hene. Wekî her demên dîrokê yên serbikevin yên li berxwe didin û têdikoşinin. Em bawer dikin ku gel bi wêrek bûye û dê ji van pêkanînan re bêje Na. Em ê div ê pêvajoyê de xwe nîşan bidin. Divê jin bêjin em hene û li dij derkevin. Em ê li dijî îtîfaqa AK Partî û MHP’ê rawestin.”
‘EM Ê KESÊN KU YEKPERESTIYÊ DIPARÊZIN NERIHET BIKIN’
Ocalan, bi lêv kir ku wekî pêvajoya OHAL’ê di pêvajoya guhertinên qanûna bingehîn de herî zêde jin mexdûr bûn, pergalek ku dijî jinane tê avakirin û wiha domand: “Hewl didin jinan hepsî malê bikin, xeyala îktîdar û serokomar Erdogan jî eve. Jin bi têkoşîna dayîne xwe ji nûve afirandîne û hatine vê rojê. Aliyên ku ji destkeftiyên jinan acizin hene. Lê em jin dê nerihetkirina wan bidomînin. Ya rast û mafdar pergala azadiyê ya jinan afirandiye. Yên ji vê ditirsîn jî kesên yekperestiyê diparêzinin. Aliyên ku civakê pêk tînin ne aliyên yekperestin. Ew tene dilopekin. Ew dilop jî dema demê wê hat dikare were tunekirin. Ya ku şîn bibe tovê civakê yê dine. Tunehesibandin û ji siyasetê durxistina jinan dê bi wan bide windakirin.”
‘JI BO EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN EM Ê BÊJIN NA’
Ocalan, bi lêv kir ku rojevên ku li Tirkiyeyê tên avakirin ji bo jibîrkirina rojeva bingehîne û wiha axivî: “Rojeva bingehîn ‘polîtîkaya tecrîdê’ ya li Îmraliyê tê meşandine û divê li dijî vê bêrawestandin. Li Îmraliyê pêkanînên dijmirovî tên kirin. Îktîdara AKP’ê dixwaze Ocalan rehîn bigire. Heta pêkanînên li Îmraliyê bi dawî nebin wateya tiştekê tune ye. Ji dema agahî ji Îmraliyê hat qutkirin heta niha li Tirkiyeyê polîtîkayên qetlîam û şer ketine dewrê. Heta tecrîda li Îmraliyê neye rakirin ev bi dawî nabin. Em ê di referandumê de vana hemûyan vebêjin. Heta Rêberê Gelê Kud Birêz Ocalan azad nebe dê têkoşîna me bidome. Emê xebatên xwe yên ji bo vê vebêjin. Em ê ‘Na’ li her qadê birêxistin bikin. Ji bo em tecrîdê bişikînin, bêmafiyan ji holê rakin em ê bêjin Na. Heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin tiştên bên kirin dê kêm bimînin.”